Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye 2024-04-29 09:00:49   AMED - Endamê OHD’ê Parêzer Yûsûf Çakas ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî, diyar kir ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye û wiha got: “Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ne.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind Îmraliyê tên ragirtin, di bin tecrîdeke giran de ne û 38 meh in agahî ji wan nayê girtin. Li dijî vê yekê gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî di nava liv û tevgerekê de ne û li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî berdewam dikin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Yûsûf Çakas, diyar kir ku tecrîda li Girava Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û destnîşan kir ku ji ber dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, tecrîdê paşguh dikin.   ‘CEZAYÊ DÎSIPLÎNÊ JÎ LI BER HEVDÎTINA PARÊZER ASTENGÎ NÎNE’   Çakas, diyar kir ku girtiyên siyasî jî dixwazin ji Îmraliyê agahî bigirin û da zanîn ku negirtina agahiyan ya ji Îmraliyê pênaseya tecrîdê ye. Çakas, bi lêv kir ku di rêziknameya înfazê de nanivîse ku 'ji bilî Ocalan hemû girtî dikarin bi telefonê biaxivin. Çakas, axaftina xwe wiha domand: “An jî ji bo hevdîtina bi parêzer re prosedureke wisa nîne. Cezayê dîsiplînê hebe jî ev nikare ji hevdîtina parêzer re bibe asteng. Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ye.”   BELAVBÛNA TECRÎDÊ   Çakas, bal kişand ser pîvana siyasî ya tecrîdê û anî ziman ku bandoreke zêde ya tecrîda mutleq heye. Çakas, bi bîr xist ku bi hezaran girtî û mehkûmên ku ji malbatên xwe dûr ketine di nava tecrîdê de ne û ev tişt got: “Muayenekirina girtiyê nexweş ê 81 salî ya bi kelemçe îro nîşaneya tecrîdê ye. Hûn nikarin bi rêya tecrîdê fikrên kesekî asteng bikin.”   ‘DI HIQÛQA TIRKIYEYÊ DE JÎ TECRÎD NÎNE’   Çakas, destnîşan kir ku divê daxuyaniya CPT’yê ya “Em bifikar in” rast bê xwendin û da zanîn ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye. Çakas, anî ziman ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de jî tecrîd tune ye û wiha berdewam kir: “Tecrîd, di hiqûqa navneteweyî de jî nîne, lê di navbera dewletên Ewropa û Tirkiyeyê de weke qozekê her tim li ser masê ye. Divê saziyên navneteweyî gavên baş biavêjin.”   ‘HÊVIYA MIN JI MAKEQANÛNA NÛ NÎNE’   Çakas, biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya ji bo Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ji ber ev biryar nehate pêkanîn îro jî tecrîd tê nîqaşkirin. Çakas, bal kişand ser nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirov li ser pirsigêkên welêt destûra bingehîn amade dikin. Di destûra bingehîn nû ya ji aliyê hikûmeteke ku dibêje ‘pirsgirêka kurd nîne’ bê çêkirin, dê pirsgirêka kurd çareser nebe. Ji vê destûra bingehîn di mijara tecrîdê an jî pirsgirêkên din ên li Rojhilata Navîn çareserî xwestin, fikreke ne tendurist e. Destûreke bingehîn ku kurd li ber çavan neyê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd tê de nebe, dê bi kêrî kesî neyê. Hêviya min ji destûra bingehîn a ji aliyê hikûmeteke ku tecrîdê, pirsgirêka kurd û rewşa heyî ya civakî-aborî weke pirsgirêk nabîne, tune ye.”