Baweriya bi aboriyê kêm bû 2024-04-29 11:30:31   ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha nîsanê, baweriya bi aboriyê kêm bû.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên endeksa pêbaweriyê ya meha nîsanê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê endeksa pêbaweriyê ji sedî 100’ê daket ji sedî 99’ê. Di heman demê de endeksa pêbaweriyê ya mezêxer ji sedî 1,4 zêde bû û derket ji sedî 80,5’ê; endeksa pêbaweriyê ya sektora bazirganiyê ji sedî 1,9 zêde bû û derket ji sedî 115,5'ê; endeksa pêbaweriyê ya sektora xizmetê jî ji sedî 2,8 kêm bû û daket ji sedî 117,1'ê.    Heke endeksa pêbaweriyê ya aboriyê bi ser ji sedî 100’ê re be, ev yek tê wateya ku li hemberî rewşa giştî ya aboriyê nêzikatiyeke erênî heye. Heke di bin ji sedî sedê de be jî ev yek nêrîna neyînî ya li hemberî aboriyê nîşan dide.