Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê 2024-04-29 11:47:04   ENQERE - Tevî biryara binpêkirinê ya AYM’ê ya têkildarî Taksîmê jî Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got ku ew piştgiriyê dide biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê.    Sendîka û konfederasyonan ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin serî li Walîtiya Stenbolê dabûn. Walîtiyê jî ev serlêdan red kiribû. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî piştgirî da biryara walîtiyê. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) 5 meh berê ji bo Taksîmê biryara binpêkirinê dabû. Tevî biryara AYM’ê jî Yerlîkaya got ku dê destûrê nedin li Taksîmê pîrozbahî bê lidarxistin.    Yerlîkaya wiha got: “Îsal konfederasyon û hinek sendîkayan ji bo Taksîmê bangawazî kirin. Lê Walîtiya Stenbolê jê re gotibû ku dê destûrê nedin. Qada Taksîmê ne di nava qadên civiyan û meşan de ye.”