Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne 2024-04-29 13:22:06   AMED - Baroya Amedê bertek nîşanî mutalaayê di doza Tahir Elçî de da û got ku dê sûîqest bêceza nemîne û ji bo danişîna dozê banga tevlibûnê kir.    Baroya Amedê têkildarî mutalaaya dozgeriyê ya têkildarî doza qetilkirina Tahir Elçî da. Daxuyanî li ser hesaba baroyê ya platforma X’ê hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling li pêş dehan kamerayan hatiye qetilkirin. Baroyê bi bîr xist ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 15’ê nîsana 2014’an de mutalaaya xwe pêşkeşî 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir û di mutalaayê de ji bo polîsên bersûc daxwaza beraetê kiriye. Baroyê diyar kir ku dê destûrê nedin sûîqesta Tahir Elçî bêceza bimîne.   Bi domdarî baroyê diyar kir ku ji kêliyên ewil ve meqamên peywendîdar têkildarî lêpirsîna qetilkirina Elçî bi dilnexweşî û bêbandor tevgeriyane û wiha hat gotin: “Heman helwesta bi dilsar a di dema lêpirsînê de, di qonaxa teqîbatê de jî berdewam kir. Dadgehê daxwazên me yên ji bo berhevkirina delîlên ku dê suîqest ronî bikira red kir. Îro jî dozgeriyê mutalaaya xwe ji me re şandiye. Me digot ku ji roja ewil ve hem daraz hem jî îradeyeke siyasî naxwaze vê sûîqestê ronî bike û vê mutalaayê jî nêrîna me piştrast kiriye. Baroya Amedê, malbata Elçî û hemû dostên Tahir Elçî yên hiqûqnas dê li dijî vê pêvajoya darizandinê ku dixwazin bêfaîl bihêlin, têkoşîna xwe bidomînin.    Bi vê wesîleyê em bang li hemû hiqûqnasên dost û parastvanên mafên mirovan dikin ku di 12’ê hezîranê roja çarşemê saet di 10.00’an de beşdarî danişîna dozê ya li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bibin.”