DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin 2024-04-30 10:31:34 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Saylan diyar kir ku 888 zarokên di dema AKP’ê de hatine xebitandin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin.    Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş û Îhsan Seylan di navenda giştî ya partiya xwe de daxuyanî dan. Hevberdevkê Komîsyonê Seylan wiha got: “Zarok wek karkerên erzan tên dîtin û zêdetirî 160 milyon zarokên di bin şert û mercên mêtingeriya kapîtalîzma hov de tevî mirinan, tên xebitandin.    HERÎ KÊM 888 ZAROK DEMA KAR DIKIRIN HATIN QETILKIRIN   Seylan da zanîn ku zarok li Tirkiyeyê arasteyî şert û mercên xizaniyê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarok di fabrîka, zevî, atolye, navendên perwerdeya pîşeyî de ji bo dewlemendkirina sermayedaran arasteyî tundiya piralî û îstîsmarkirinê tên kirin. Li gorî rapora ÎSÎG’ê di navbera salên 2002 û 2023’yan ên desthilata AKP’ê de herî kêm 888 zarok dema dixebitîn hatin qetilkirin. Li gorî madeya 71’emîn a Qanûna Kar a Hejmar 4857’an xebitandina zarokên 15 saliya xwe tije nekirine qedexe û sûc e.    ‘DIVÊ MESEM WERE GIRTIN’    Seylan da zanîn ku di Navendên Perwerdeya Pîşeyê de nêzî 1,5 milyon xwendekar hene û ji van 300 hezarên wan di bin 18 saliyê de ne û wiha pê de çû: “Ev zarok di bin navê stajê de ji wijdana karsazan re hatine hiştin. Desthilata bi MESEM’an re mil bi mil dimeşe, neçar e ku hesaba zarokên di MESEM’an hatine qetilkirin bide. Belgenameyekî ku “Ji hemû berpirsyariya hiqûqî û cezayî ya zarokê berdest, xwendekar, bi ser weliyê zarok e” didin îmzekirn. Divê demildest MESEM werin girtin û hemû berpirsyar hesabê bidin.”    ‘DIVÊ WEZARETA ZAROKA WERE AVAKIRIN’   Seylan axaftina xwe de anî ziman ku piranî zarok di karên wek boyaxkirina solan, firotina tişt miştan, paqijkirina camên erebeyan, berhevkirina çopan de dixebitin.  Saylan bi bîr xist ku zarok têr û tenduristî xwarinê naxwim, henekî wan li derve radikevin, her roj nêzî 14 saetan dixebitin û ev tişt gotin: “Rizgariya zarokên ji çerxên kapîtalîzma hov re hatine hiştin, bi avakirina komîsyonekî çareser nabe, divê Wezareta Zarokan were avakirin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkên zarokan jî budçeyek were veqetandin û di şaredariyan de polîtîkayên azadîxwaz ên zarokan bikevin meriyetê. Avakirina aboriyekî demokratîk û komînal dê bibe bersiva me ya herî xurt a li dijî kapîtalîzmê.”