Di Cejna Karkeran de cinayate kar 2024-05-01 14:52:46   SEMSÛR - Di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de, karkerên ku qalibê înşeatê ketiye ser jiyana xwe ji dest da.    Di Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê de karkerê ji Cezaîrê Abdelkarim Boudjemah ê 24 salî, înşeatekî li Taxa Karadag a navenda Semsûrê de dixebitî. Hat destnîşankirin ku qalibê înşeatê ket ser Boudjemahî.    Boudjemah piştî bûyerê bi giranî birîndar bû. Piştî agahîdayînê, tîmên tendûristiyê hatin li cihê bûyerê û mudaxileya ewil li Boudjemah kirin. Boudjemahê ku rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê tevî hemû mudaxileyan nehat xelaskirin.    Cenazeyê Boudjemahî ji bo karûbarên otopsiyê werin kirin, rakirin morga nexweşxaneyê.