Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan 2024-05-02 10:12:46   ENQERE - Di mudetnameya nû ya girtiyê 31 salan ê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hate kirin de dîroka berdana wî ya beriya 2025 bû weke 2031 hate nivîsîn.    Tê xwestin ku înfaza Zekî Kayar (51) ê piştî di 23’yê mijdara 2023’yan de li Sêrtê hate girtin û cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn bê şewitandin. Ji ber nivîsa Kayar ê 31 sal in girtî ye di 1’ê hezîrana 2016’an de hate weşandin salek û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Ev ceza di sala 2018’an de hate pejirandin. Piştî ku ev ceza hate pejirandin mudetnameya Kayar jinûve hate sererastkirin. Dîroka berdana wî ya 23’yê mijdara 2023’yan weke 5’ê çileya 2025’an hate guhertin.    Kayar di vê pêvajoyê de tu “cezayên” ku bibin sedemê taloqkirina berdana wî ya bi şertê kontrola edlî negirtin. Kayar, di meha çileyê de ji Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hate kirin. Li vir jî mudetnameyeke nû teblîxî Kayar hate kirin.    Di vê mudetnameyê de jî dîroka berdana Kayar weke 2031 hate nîşandan. Kayar, ji ber mudetnameya wî xelet hatiye nivîsîn di 19’ê nîsanê de serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê da. Hêj jî bersivek ji serlêdana Kayar re nehatiye dayîn.    Kayar, diyar kir ku heke biryar neyê guhertin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide û li dijî ve rewşa pê re rû bir û ye banga piştevaniyê li rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kir.