Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir 2024-05-03 20:55:58   DÊRSIM - Wêneyên aydê komkujiya Dêrsîmê yên li Dîwarê 38’an a Dêrsîmê daliqandî bi biryara qeymeqamtiyê hat rakirin.    Li navçeya Xozat a Dêrsîmê wêneyên li  Dîwarê 38’an a Dêrsîmê daliqandî bi biryara qeymeqamtiyê hat rakirin.  Dîwar di 2012’an de ji aliyê şaredarê demî Cevdet Konak ve hatibû avakirin. Wêneyên komkujiya 1937-38’an ya Dêrsîmê û nivîsên cur bi cur li dîwar hatibûn daliqandin. Wêne îro bi biryara qeymeqamtiyê ji aliyê polîsan ve hat rakirin.