Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire! 2024-05-05 19:43:10   ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan da zanîn ku derket holê lawê Midûrê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl ku tespîtkiribû hilbijêrê xeyalî ye, her meh ji şîrketa Personelan a Şaredariya Akdenîzê bi awayekî rêk bû pêk meaş digire.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan ku di pêvajoya hilbijartinê de “hilbijêrên xeyalî” anîbûn rojevê, da zanîn ku derket holê lawê Midûrê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl ku tespîtkiribû hilbijêrê xeyalî ye, her meh ji şîrketa Personelan a Şaredariya Akdenîzê bi awayekî bi rêk bû pêk meaş digire. Bozan, bang li Wezareta Karên Hundir kir û got: “Ji bo lêpirsîn were destpêkirin em hêj çiqas din eşkere bikin?”   ‘WEZARETA KARÊN HUNDIR LI BENDA ÇI YE’    Bozan ê têkildarî rojevê li Meclisê daxuyanî da, wiha got: “Yek ji hilbijêrên xeyalî yê herî zêde li ber çavan bû jî Midûrê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl bû. Midûrekî polîsan ê navçeyê çima di qeyda hilbijêran de nelirêtiyê dike? Çima bi xwe re qeyda malbata xwe jî vediguhêze Akdenîzê? Helbet sedema wê di hûrgiliyê de veşartî ye. Lawê Midûrê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl, Ridvan Fîl her meh ji şîrketa Personelan a Şaredariya Akdenîzê bi awayekî rêk bû pêk meaş digire. Em hêj çiqas din aşkere bikin? Wezareta Karên Hundir ji bo nelirêtiyên serdema beriya niha hatine kirin hêj li benda çiye?”