Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin 2024-05-05 21:05:39   ÇEWLIG - Di panela “Rastiya erdhejê ya Çewligê” de hişyarî hate kirin ku divê li dijî erdhejeke gengaz bibin yek û tedbîr bên girtin.    Ji aliyê Lijneya Kordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Çewligê û Odeya Bazirganiyê ya Çewligê ve li eywana konferansê ya şaredariyê bi mijara “rastiya erdhejê ya Çewligê” panel hate lidarxistin. Di panela ku pisporên ji qadên cuda lê amade bûn de, li hemberî erdhejeke gengaz a li Çewlîgê çi dikare bê kirin, hat nîqaşkirin.   Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Canfîdal Boldaş dê ewilî di panelê de axivî, wiha got: “Divê hemû dînamîkên li bajêr bibin yek û tedbîran bigirin, yan jî tevahiya Çewlikê wê di binê xirbeyên ku wê rû bidin de bîmîne. Em bang li her kesî dikin ku bi vê hesasiyetê nêzî rastiya erdhejê bibin.   Hevserokê Rêveberiya Afet û Piştevaniyê Şerefxan Aydin jî wiha got: “Ji bo ku bandora erdhejê kêm bikin pêwîstî bi nasandineke rasteqîn a bi xwezayê û dûre lihevkirinê heye. Heke em xwezayê nas bikin û li şûna serdestiyê bi hev re bijîn, ne pêkan e zerarê bidin xwezayê. Di heman demê de divê rêveberiyên herêmî destûrê nedin avakirina avahiyek ku xizmetên mîmarî û endezyariyê wernegirin. Divê bi hişmendiya pîroziya jiyanê nêzîkatî li vê mijarê bê kirin.”   Piştî pêşkeşkirina panelîstan, panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.