Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e 2024-05-06 09:06:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PADÊ Hisên Hecî, diyar kir ku civaka êzidî li dijî şerê ku dewleta tirk dixwaze bide destpêkirin xwedî helwest e û got: “Weke civaka êzidî li dijî vê planê ne. Weke îradeya Şengalê û xweseriya Şengalê em ê rê nedin van têkiliyên qirêj.”   Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne di 22’yê nîsanê de li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî re civiya bû. Piştî civîna ku hate li dar xistin, hate eşkere kirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin ku di nav wan de “Peymana Çarçoveya Hevkariya li Qada Avê” jî heye. Her wiha bi hikûmeta Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan hat îmzekirin. Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî der barê hevkariya Tirkiyeyê ya bi Hewlêr û Bexdayê re û geşedanên herî dawî de axivî.    'MECALÊ TIRKIYEYÊ NEMA YE'   Hisên Hecî, diyar kir ku dewleta tirk ber bi têkçûyinekî ve diçe û wiha got: “Ji aliyê aborî ve rewşa dewleta tirk her ku diçe lawaz dibe. AKP, di hilbijartinên herêmên xwecihî de li hemberî hêzên azadixwaz binket. Ji bo ku vê binketina xwe veşêre niha li Rojhilata Navîn di nava hin lêgerînan de ye. Ev demeke ku dixwaze li Suriyeyê bi Beşar Esad re têkiliyekî dane lê Esad bi erênî nêzî vê têkiliyê nabe. Ne tenê bi Suriyeyê re dixwaze ji gelek aliyan ve têkiliyan dane lê tu ji wan negihiştine asta ku tê xwestin. Mecalê wan nema û herî dawî serdana Iraqê kirin. Di rewşa ku îro em tê de ne dixwaze ku Iraqê jî tev li şerê ku dixwaze bide destpêkirin û siyaseta xwe bike. Heke ku Iraq tevli vî şerî bibe dê şaşitiyeke mezin bike. Li dijî van geşedanan beriya niha Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêkhateyên Şengalê li Bexdayê bi hin mekanîzmayên biryarê re hevdîtin kirin. Rê li ber van tiştan hate girtin. Iraqê zanî ku hatina Erdogan û daxwazên wî çi ne. Ji ber wê hatina wî bi serneket.”   'EM LI DIJÎ VÊ PLANÊ NE'   Hecî, bi lêv kir ku civaka êzidî li dijî şerê ku dewleta tirk dixwaze bide destpêkirin xwedî helwest e û wiha lê zêde kir: “Ji aliyê bazirganiyê ve dibe ku di navbera her du dewletan de hin geşedan çêbibin lê belê daxwazên Erdogan biserneketin. Xwestekên wî ne veşartî bûn û diyar bûn. Erdogan dixwaze ku li hemberî gerilayên azadiyê şerekî bide destpêkirin. Hin aliyên siyasî jî dixwazin ku tevliheviyê derxînin. Ew jî ji ber ku di rêveberina xwe de û di siyaseta ku didin meşandin de binketine tevliheviyê derdixin. Lêbelê em weke civaka êzidî li dijî vê planê ne. Weke îradeya Şengalê û xweseriya Şengalê em ê rê nedin van têkiliyên qirêj. Çimkî di vî şerê ku tê plankirin de xetên stratejik hene û yek ji van jî Şengale. Şengal jî dê bi awayeke neyînî bandor bibe. Ji ber wê li dijî her êrişe em xwedî amade ne û xwedî helwest in."   'NEPÊKANE YE KU IRAQ DI VÎ ŞERÎ DE CIH BIGIRE'   Hevserok Hecî, bi lêv kir ku Iraq li dijî daxwazên Tirkiyeyê xwedî helwest e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro çi netew, ziman, ol û bawerî li ser rûyê erdê hebe Erdogan dijminê wan teva ye. Di fermanên hemû olan de tiliya dewleta tirk heye. Ji ber wê bêtehemûliya dewleta tirk yek carê tunekirina hemû ol û baweriyane. Ev şerê wan di şexsê gelê kurd de li dijî hemû nijad, civak û baweriyan e. Di vî şerî de dixwaze ku armanc û planên xwe pêk bîne. Ji ber ku êdî roj bi roj lawaz dibe. Kengî lawaz bibe bi êrişa li dijî gelê kurd dixwaze ku hêzê bigire. Lê êdî ev siyaseta wan jî têra nake ku xwe bi ser piyan bigirin. Ev demeke dirêj e ku dewleta tirk başûrê Kurdistanê ji xwe re weke piştevan dibîne. Lê siyaseta wan herdûyan binketiye. Hikûmeta başûrê Kurdistanê jî di siyaset, helwest û biryarên xwe de lawaz bûye. Lê bi nêrîna min Iraq daxwazên Tirkiyeyê pêk naîne. Iraq dizane ku ev 9 sal in Tirkiye sinorên wan binpê dike û Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî bi cih dike. Di şerê ku Tirkiye dide destpêkirin de nepêkane ku Iraq di vî şerî de cihê xwe bigire û ev tişteke pir dûre.”