Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir 2024-05-06 09:11:20   KÎLÎS - Kesê bi navê Yûsûf Kuvara li Kîlîsê hevjîna xwe Merve Kuvara û zarokên xwe yên 8,6 û 5 salî qetil kir û piştre jî întîhar kir.    Kesê bi navê Yûsûf Kuvara yê sûriyeyî ku li Taxa Nedîmokmen a navenda Kîlîsê dijiya, hevjîna xwe û 3 zarokên xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir. Xizmên malbatê heta demekî agahî jê negirtin û piştre li Navenda Bangkirinê ya Lezgîn a 112’ê geriyan û bûyer wiha eşkere bû. Komên tenduristiyê yên li ser îxbarê çûn navnîşanê, tespît kirin ku endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane. Hat tespîtkirin ku Kuvara ji ewil hevjîn û zarokên xwe qetil kiriye û piştre jî întîhar kiriye.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyên Yûsûf û Merve Kuvara û zarokên wan Emîne (8), Abdo (6) û Alî (5) Kuvara ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kîlîsê.