DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike 2024-05-06 11:19:39   ENQERE - DEM Partiyê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî û wiha got: “Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin, hêj niha jî rêya azadiyê ya hemû kesên têdikoşin û ya me ronî dike.”    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera 52’yemîn a bidarvekirina pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan dema ku ber bi sêdarê ve meşiyan, gotin ‘Bijî xwişk-biratiya gelên kurd û tirk’ û ji hemû mirovahiyê û gelên Tirkiyeyê re jiyana xwişk-biratî û rûmetê weke mîrate hiştin. Ev her sê şoreşger beriya 52 salan bi cînayeteke siyasî hatin qetilkirin. Denîz, Mahîr, Îbo, Mazlum, Xeyrî û Kemal li ser vê xakê bûne sembola fedayîtiya ji bo gel. Helbet ên me ji dest dane pir mezin in lê belê îdeal û xeyalên me hîn mezintir in.   Bê guman tu windahî û êş vala bala neqewimîn. Denîzan, Mahîran, Îboyan, Mazluman, Kemal û Xeyriyan xeyala ‘pêkvejiyana azad, wekhev û aştiyane’ dikirin. Îro ev bûye îdeala bi milyonan. Pêşengên şoreşger ên me di têkoşînê de ji dest dane, îro di dil û têkoşîna bi milyonan de dijîn. Desthilatdaran pêşengên tevgera şoreşger şandin sêdarê û bi vî rengî hewl dan daxwaza şoreşê ya civakê bifetisînin. Lê piştî 50 salan daxwaza civakê ya ji bo şoreşger û guherînê hîn mezintir bûye. Meşaleya azadiyê ya ku di 68’an de hatiye vêxistin, hîn jî rêya hemû têkoşeran ronî dike. Li ser vê xaka ku malovanî ji şaristanî, zanist û mirovahiyê re kiriye, şoreşger û têkoşeran duh serî ne tewand û îro jî bi rengekî serbilind ber bi siberojê ve meşa xwe didomînin.   Di serî de Denîz, Huseyîn û Yûsûf em kesên ku di rêya şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û bedêlên mezin dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê xwedî li mîrateya wan derbikevin û ji bo afirandina jiyana azad û wekhev têkoşîna xwe bidomînin. Gelên Tirkiyeyê jiyana azad û wekhev heq dikin.”