Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê 2024-05-06 12:01:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtinên fermî çû Îranê. Tê gotin ku rojeva sereke ya serdanê, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê ye.    Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh çû paytexta Îranê Tehranê. Barzanî, bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtin kir. Barzanî piştre jî bi rêberê olî yê Îranê Alî Hamaney re hevdîtin kir.    Şarkul Avsatê îdia kir ku Barzanî ji bo taloqkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê çûye Îranê û dixwaze ku rayedarên Îranê zextê li Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) bikin da ku hilbijartinê taloq bike.