Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin 2024-05-06 12:04:05   AMED - Endamên Komîsyana Lêkolîna Qezaya Kana Madenê ya Îlîçê ya Meclisê dê têkildarî qazaya kana madenê ya Licikê, li navçeyê lêkolînan bike.    Komîsyona Lokolîna Qezaya Kana Madeyê ya Licikê ya Meclisê dê têkildarî hezaza li navçeya Licikê çêbûye û 9 kesên di bin axê de jiyana xwe ji dest daye, lêkolînan bike. Serokê Komîsyonê yê AKP’î Atay Ûslû diyar kir ku ew ê di rojên sêşem û çarşemê li Licikê bin û dê têkildarî hezazê li kana madenê çêbûye lêkolînan bikin.    Ûslû bi bîr xist ku komîsyon bi biryara hevpar a partiyên di meclisê de komên wan hene re hevpar  hatiye avakirin û got komîsyon bi awayekî lezgîn dest bi xebatên xwe kirine. Ûslû diyar kir ku armanca wan derxistina holê ya sedemên qezayê ne û destnîşan kir ku ew ê ji bo pêşî li qezayên wekhev bigirin, tevbîran bigirin. Ûslû bilêv kir ku ew ê ji bo kanegeriya biewle û domdarî xebatên xwe bidin meşandin.