Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve 2024-05-06 12:49:18 ENQERE - Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera darvekirina wan de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyakayê hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li vir axivî, wiha got: “Ev têkoşîn dê serbikeve.”   Li Tirkiyeyê ji pêşengên tevgerên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di 6’ê Gulana 1972’yan de hatin darvekirin. Her sê şoreşger di salvegera darvekirina wan de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyaka ya li Enqereyê hatin bibîranîn. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û endam û rêveberên partiyên siyasî tev li bernameya bîranînê dibin. Di bîranîna ku pankarta “Serxwebûn, şoreş, sosyalîzm di têkoşîna me de dijîn” hate vekirin de her tim dirûşma “Soza me ya li Denîzan dê bibe şoreş” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin.    ‘DÊ QET NEYÊN JI BÎRKIRIN’    Hatîmogûllari ya di bîranînê de axivî, diyar kir ku Denîz qet nayên jibîrkirin û wiha got: “Ji bijîjk Hîkmet Kivilciman heta Kaypakkayayan, Mahîran, Denîzan, Mazlûman, Sakîneyan, Sêvêyan têkoşîna şoreşger, sosyalîst û welatparêz a ji me re hatiye hiştin bi awayekî layiqî wan em ê bidomînin. Em ê wan qet ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Bijî têkoşîna me ya şoreşger, bijî têkoşîna me ya rêxistinî, bijî têkoşîna me ya welatparêz.”   ‘TÊKOŞÎN DÊ SERBIKEVE’    Bakirhan jî pişt re di axaftina xwe ya bi kurdî û tirkî kir de ev tişt gotin: “Têkoşîna Denîz, Huseyîn û Yûsûf îro li her çar parçeyê Kurdistanê berdewam dike. Têkoşîna me ronî dikin û rêya me vedikin. Em wan bi rêzdarî silav dikin. Bila bawer bikin ku; heta ku têkoşîn encam bigire dê bidome. Weke di berxwedana Wanê de, weke li Amed, Stenbol, Îzmît, Îzmîr, weke têkoşîna kedkarên xwedî li maf, wekhevî û azadiyê derdikevin… Em ji xwe bawer in ku dê vê têkoşînê bi ser bixin.”   Piştî Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku tev li bîranînê bûne jî têkildarî girîngiya rojê axaftinên kurt kirin û peyam dan ku dê têkoşîna di rêya Denîzan de berdewam bike.