Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin 2024-05-06 14:02:18   AMED - Hate zanîn ku Dîlan Polat Dîrîn a li Amedê di serdegirtinên malê de hate binçavkirin, neçar maye ku ji bo ku şîr bidê pitika xwe ya 11 mehî jî bi xwe re bibe.    Dîlan Polat Dîrîn li gundê Karahasan ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Hate zanîn ku Dîrîn a bi îdiaya “ji girtîgehê re pare şandiye” hatiye binçavkirin, birine Qereqola Cendermeyan a Navçeyê.    Hate diyarkirin ku Dîrûn neçar maye ku ji bo şîr bide pitika xwe ya 11 mehî ew bi xwe re biriye qereqolê.