Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan 2024-05-06 14:27:45   ÎZMÎR - Cezayê Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û Barkin Tîmtîk ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin. Hiqûqnas erêkirina biryaran protesto kirin.     3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind derbarê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, parêzerê wî Barkin Tîmtîk jî di nav de cezayê 19 parêzeran ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “têkoşîna li dijî polîs” ceza girtibûn erê kir. Bertekên li dijî vê biryarê didomin. Tevî gelek parêzeran Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Burcû Gul Çûbûk û Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyanyê de pankarta “Biryara we derbasdar nîn e. Parastin bêndeng nema, dê bêdeng nemîne” hate vekirin û dirûşmên “Ebrû Tîmtîk rumeta me ye”, “Parêzerên girtî rûmeta me ne” û “Parastin bêdeng nema, dê bêdeng nemîne” berz kirin.    Seroka Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Dîlancan Ateş anî ziman ku di dema darizandinê de delîlên sixte ên dijîtal ên bûne mijara darizandinê gelek caran hatiye piştrastkirin ku sixte ne û diyar kir ku piraniya delîlan ji hêla polîs, dadger û dozger ên ji bi sûcdariya “çêkirina delîlên sixte” tên darizandin hatine çêkirin. Ateş bal kişand ser bêhiqûqiyên di dema darizandinê de hatine kirin û wiha got: “Tevî ku nexweşê hiş ê neanîne eywana danişînê û derewên şahadên alîgir ên hatine derewandin jî biryara mehkûmkirina hevalên me hatiye erêkirin. Hevalên me ji roja hatine binçavkirin û heya niha ji hêla desthilatê ve hatine krîmînalîzekirin. Hevalên me yên di sala 2018’an de hatine berdan, hêj bi ser berdana wan 10 saet derbas nebûne ji nû ve hatin girtin û şandeya dozê dimeşand hate guhertin. Hempîşeya me Ebrû Tîmtîk a di dema darizandinê de daxwaza mafê darizandina adîlane kiriye, di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da.”     DI DARIZANDINÊ DE GELEK BINPÊKIRIN HATIN KIRIN’   Ateş destnîşan kir ku 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgehe Bilind dosyeyê lêkolîn kiriye û bêyî sedemê diyar bike biryarê erê kiriye û wiha pê de çû: “16 şahidên ku di pêvajoya amadehiyê de hatine guhdarkirin, di eywana danişînê de nehatine guhdarkirin. Di biryara hatiye dayîn de tenê îfadeya 3 şahidan hatiye girtin ev yek jî ji ‘hiqûqê re guncav” hatiye dîtin. Ji bo mehkûmkirinê pêvajoya amadehiyê têr hatiye dîtin. Bi vê biryarê ve rêgeza ‘Parêzer bi muwekîlê xwe re neyê yekkirin’ a ji hêla bi peymanên navneteweyî hatiye temînatkirin tê binpêkirin. Bi vê biryarê ve parêzertiya hempîşeyên me ya gel, xizan û kedkaran hatiye mehkûmkirin. Parêzertî sûc nîn e. Wekî ku hempîşeyên me gotine, ev biryar derbasdar nîn e. Wekî heya îro em ê ji îro şûnde jî li cem hempîşeyên xwe bin, em ê parastina parêzertiyê bidomîn.”