Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da. 2024-05-06 14:36:01   DÎLOK - Li navçeya Islahiyeyê mîksera betonê û mînîbusê li hev dan. Din encama qezaya pêk hat de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di derketina navçeya Islahiyê ya Dîlokê de mîksera betonê û mînûbusa rêwiyan li hev dan. Di encama qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; mîksera betonê ya ajokarê wê kontrola xwe winda kir, derbasî şirîda rê ya din bû. Li gel vê yekê ajokarê mînîbûsê yên panîk bû jî kontrola xwe winda kir û her du wesayîtan li hev dan û qulipîn. Li gorî agahiyên ewil 8 kesên di wesayîtan de bûn jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.    Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.