Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin 2024-05-07 09:07:36   SÊRT - Mudetnameya girtî Zekî Kayarê ku diviyabû di 2025'an de bihata berdan, heya sala 2031'ê hat dirêjkirin.    Zekî Kayarê (51) ku di 23'yê Mijdara 1993'yan de li Sêrtê hat girtin û bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn, bi hinceta gotareke wî ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de di rojnameya Ozgur Gundemê de hat weşandin, sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Mudetnameya Kayar, piştî mudetnameya wî di 2018'an d ehat amadekirin, cezayê lê hat birîn wekî 5'ê Çileya 2025'an hat sererastkirin. Kayar, di neha Çileyê de ji Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat kirin. PIştî sewqê mudetnameya Kayar teblîxî wî hat kirin. Di mudetnameyê de berdana Kayar wekî 2031 hatiye diyarkirin.   Kayar ji ber vê di 19'ê Nîsanê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Edeneyê da. Dadgehê hê serlêdana Kayar nebersivandiye. Piştî vê Kayar serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.    Hevserokê Şaxa ÎHD a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî têkildarî mudetnameya Kayar axivî. Ekîncî destnîşan kir ku ew ê îtiraz bikin û got: "Bi qasî 6 sal cez alê bê birîn çi kiriye? Em ê îtiraz bikin. Ger hewce bike, em ê serî li Dadgeha Destûra bIngehîn, Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê jî bidin û îtiraz bikin."