Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir 2024-05-07 09:33:40   TEKÎRDAG - Kesê bi navê Şenol Şîrîn ku li Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê weke teknîsyen dixebitî, zarok û hevjîna xwe Duygu Şîrîn qetil kir.    Kesê bi navê Şenol Şîrîn ku li Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê weke teknîsyen dixebitî, zarok û hevjîna xwe qetil kir û piştre întîhar kir. Malbata Şîrîn li Taxa 100. Yilê di apartmaneke de dijiya û xizmên wan piştî agahî jê negirtin li polîsan geriyan. Polîsên ku çûn apartmanê, derî bi rêya çilingaran vekir. Komên ketin hundir, cenazeyên sê kesan dîtin. Piştî lêkolîna dozger, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê. Hat tespîtkirin ku Şenol Şîrîn ji ewil hevjîn û kurê xwe kuştiye û piştre jî întîhar kiriye.