PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike 2024-05-07 09:36:00   RIHA - Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN International a Norwecê Carlonioe Stocfor ku îdianameya der barê 38 rojnamevanan de vekoland, got ku tiştên rojnamevan bi wan tên tawanbarkirin rê li ber binpêkirinan vedikin.    Tirkiey ji ber zext, taciz, gef, tundiya fizîkî, binçavkirin, girtin, lêpirsîn û dozên li hemberî rojnamevanan di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, di nava 180 welatan de di rêza 165'an de ye. Herî dawî de di 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegerên kurd de 9 kedkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Nûçegihênên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat di 26'ê Nîsanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN International Carlonie Stockford û endama Sendîkaya Rojnamegeran a Almanyayê Sylvia Kuck zextên li ser rojnamevanan nirxandin.    Stockford got: "Şêwirmendên me yên hiqûqê îdianameyên dozên ku rê li ber binpêkirinan vedikin qisûr tespît kirine. Em dibînin ku paktên reformê yên tên rojevê nikarin pirsgirêkên ku bûne pirsgirêkên sîstematîk çareser bikin."    ‘ROJNAMEGERÊN KURD BI TACIZÊ RE RÛ BI RÛ NE'   Stockford ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye jî alîgirekî wê ye bibîr xist wiha got: "Li gor peymanê mafê hemû rojnamegeran wekhev e. Lê dîsa jî di çaçroveya Qanûna Çapemeniyê de rojnamegerên kurd tim rastî taciza darazê tên. Daxwaza me jî ew e ku azadiya çapemeniyê bêyî cihêkarî ji bo her kesî bê pêkanîn. Kedkarên çapemeniyê yên Ajansa Mezopotamyayê bi awayekî neheq tên girtin. Ev taciza darazê nayê qebûlkirin. Em piştgiriya xwe ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên kurd radigihînin."    Kuck jî destnîşan kir ku divê her sê rojnamegerên hatine girtin û rojnamevanî bên parastin û got: "Rojnamegerî û rojnamager ne tehdîd in. Pergalên ku rojnamegeriyê wekî gefekê dibînin, ew pergalên otorîter in."   MA / Ceylan Şahînlî