Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye' 2024-05-07 09:37:21   MÊRDÎN - Dadgeha Îstinafê, ji bo biryara dadgeha herêmî ya der barê Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de ku der barê 18 bersûcan de biryara beraetê hatibû dayîn, îdia kir ku "di delîlan û tişta hatiye kirin de tu kêmasî tune ne."    Di navbera 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 7 sivîl li Kerborana Mêrdînê hatin binçavkirin û paşê hatin kuştin. Di danişîna dozê de ya barê 7 kesan û kuştina çawîşê pispor Bîlal Batirir de ku wekî Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê tê binavkirin, di 4'ê Tîrmeha 2022'yan de dadgehê der barê 18 bersûcan de biryara beraetê da. Fermandarê Tabûrê yê Qereqola Cendirmeyan a a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Qereqola Kerboranê MEhmet Tîre, Fermandarê Qereqola Navendî ya Cendirmeyan a Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor Kerîm Şahîn û cerdevan jî di nav de der barê 18 kesên bi sûcê "kuştina qesdî" doz li wan hatibû vekirin de, serî li Dadgeha Îstinafê hat dayîn. Lê belê dadgehê serlêdanê red kir.    Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ku malbatan bi rêya parêzerên xwe serî lê dan, biryara dadgeha herêmî di cî de dît û daxwaza îstinafê red kir.   Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Îstinafê, çendî di dosyeyê de bi dehan delîl hebûn jî got: "Di delîlan û tişta hatiye kirin de tu kêmasî tune ye."