Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin 2024-05-07 09:37:58   STENBOL - Rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran da û wiha got: “Çapemeniya Azad pireke ber bi gel ve ye. Divê darizandinên derhiqûqî tavilê bi dawî bibin.”    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de 9 rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat di 26’ê nîsanê de hatibûn girtin. Di dema binçavkirin û girtinê de rojnameger rastî gelek binpêkirinan hatin. Li rojnameger Dal ku niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, îşkenceya lêgerîna tazî hate ferzkirin. Di heman demê de Dal ev 12 roj in di hucreyê de tê ragirtin.    Di demeke ku bertekên li dijî girtina rojnamegeran didomiyan de îcar li Amedê rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us hatin binçavkirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran got ku bi zextên ser çapemeniyê re dixwazin çavê civakê bitirsînin.    'ÇAPEMENIYA AZAD PIREKE BER BI GEL VE YE’   Onaran, diyar kir ku îktîdar bi awayekî sîstematîk rojnamegeran hedef digire û wiha domand: "Xeba“karên Çapemeniya Azad pireke ber bi gel ve dirêj dibe ye. Ji bo civakê pir girîng in. Îktîdar her demê ditirsin ku rastî derkevin holê û civak bi rastiyan bizane. Lewma her tim xebatkarên çapemeniyê hedef digirin. Ev zext her tim hebûn. Ev yek di cînayetên kiryarnediyar ên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad djî xuya dibe.”   'GIRTINA ROJNAMEGERAN DARBE YE’   Bi domdarî Onaran destnîşan kir ku îktîdar ditirse ku pirsgirêkên civakî xuya bikin û wiha domand: “Çapemeniya Azad mijarên ku îktîdar naxwaze gel bibîne dike nûçe lewma hedef tê girtin. Ji ber ku bi awayekî bêalî bi gel re parve dikin. Îktîdar jî vê rastiyê weke hinceta girtinê nîşan dide. Mixabin vegotina pirsgirêkên civakî û çareserkirina wê dibe sedema girtinê. Girtina Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan, Erdogan Alayumat û rojnamegerên din darbe ye. Dal ji ber ku nûçeyên tecrîdê çêdikir lewma hate girin. Girtin û binçavkirinên li dijî Çapemeniya Azad zêde bûn. Ji ber dosya û hincetên vala tên girtin û binçavkirin.”   'DIVÊ DARIZANDINÊN DERHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBIN’   Onaran, got ku polîtîkayên tecrîdê rastiya welêt in û axaftina xwe wiha qedand: “Weke civak em jî di tecrîdê de ne. Yên dibêjin ‘tecrîd tune ye’ bila li girtîgehan binêrin. Heke li girtîgehên tîpên ‘S’ û ‘Y’yê binêrin dê bibînin bê ka heye yan na. Gelo ma dê tecrîda 3 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê domandin heta kengî jinedîtî ve bên? Kes nikare van rastiyan jinedîtî ve bê. Dê rastî teqez derkeve holê. Divê ev zext û derhiqûqtiyên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad tavilê bi dawî bibin.”