Çîroka Aycanê têkoşer 2024-05-07 09:42:09   DÎLOK - Mahmût Aycan ku di têkoşîna nasnameyê de gelek caran hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyê hatiye, niha li dijî pençeşêrê li ber xwe dide. Aycan got: "Ger min karibûya ez ê îro jî daxilî nava xebatan bûbûma. Ez tim dibêjim xwezî ez hinekî din jî bixebitiyama."    Mahmût Aycan, di sala 1954'an de li gundê Mizara Gir a Pirsûs a Rihayê hatiye dinê. Beriya darbeya 12'ê Îlona 1954'an dest bi têkoşîna nasnameyê dike. Di sala 1977'an de tê binçavkirin û di sala 1979'an de jî tê berdan.   Aycan di sala 1980'yî de bi îdiaya "endamê PKK'ê ye" tê binçavkirin. Li Cebecî Îş Haniyê ya Rihayê ku navendeke îşkenceyê bû, tê binçavkirin. Paşê tê berdan, lê di sala 1982 û 1984'an de du carên din jî tê binçavkirin.    HEJMARA BINÇAVKIRINÊ NAYÊ BÎRA WÎ   Binçavkirina wî ya sala 1984'an 3 mehan didome. Aycan got: "Wê demê ez biribûm Amedê. Ez li wir di bin çavan de mam û rastî îşkenceyê hatim. Paşê ez hatim berdan. Di vê pêvajoyê de em ji bo pincarê diçûn Yozgat û Kirşehîrê. Gava ez çûm Yozgatê ez çend caran hatim binçavkirin. Hingî ez hatime binçavkirin, ez hejmara wan nizanim."    Aycan di sala 1990'î de jî tê binçavkirin û 3 salan di girtîgehêd e dimîne. Aycan her tim wekî bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatiye binçavkirin.    Ji 4 zarokên Aycan Mûstafa Aycan, tevlî PKK'ê dibe û di sala 2000'î de di şer de jiyana xwe ji dest dide. Aycan, niha tevî 3 zarokên xwe li Dîlokê dijî. Aycan ê ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, ji ber nikare "bitêkoşe" xemgîn dibe.    Aycan wiha axivî: "Em di sala 1990'î de ji ber deynan ji Pirsûsê derketin û me koçî OSmaniyeyê kir. Wê demê dewlet li min digeriya. Ez jî mecbûr mam biçim Mêrsînê. Ez di sala 1990'î de li Mêrsînê hatim binçavkirin. Ez birim Amedê. Ez heya sala 1993'yan li Amedê di girtîgehê de mam. Ez her tim rastî îşkenceyê hatim, lê min rojekê jî paş de gav neavêt."   Aycan bilêv kir ku li girtîgehê ji ber ku ferzkirina "îxanetê" qebûl nekiriye pir îşkence lê hatiye kirin û got: "Ji me dixwestin em bêbextiyê li hevalên xwe bikin. Lê min tu carî qbeûl nekir. Ji lew re baweriya me ya ku em ê siberojên azad ava bikin hebû."    Aycan ku gava di 1993'yan de ji girtîgehê dertê tevî malbata xwe bar kiriye çûye Dîlokê û Ji HEP'ê heta HDP'ê bênavber xebatên siyasî domandiye. Aycan ku demê rêveberiya MEBYA-DER'ê jî kiriye got: "Salek e têm dermankirin. Pençeşêr bi min re heye. Ji xeynî wê gelek nexweşînên din jî hene. Ger min karibûya ez ê îro jî daxilî nava xebatan bûbûma. Ez rojekê jî entrisiyam. Min qet nexwest dest ji gundê xwe berdim. Mins erê sibehê pembo av dida, êvarî ez daxilî nava xebatan dibûm. Ez tu carî ne pşman im, ez tims erbilind im. Ez dibêjim ez hindik xebitî mee. Ez tim dibêjim, xwezî ez hinekî din jî bixebitiyama."    MA / Ceylan Şahînlî