Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin 2024-05-07 12:48:34   STENBOL - Parêzerên Osman Kavala ku ji Doza Geziyê girtî ye, ji bo ku miwekîlê wan ji nû ve bê darizandin serlêdan kirin.    Bi îdiaya “Hewldana ji bo tunekirina hikûmeta T.C.’ê û astengkirina peywirê” cezayê muebbeta giran li karsaz Osman Kavala yê ji Doza Geziyê tê darizandin hatibû birîn. Parêzerên Kavala diyar kirin ku welêt derbasî “Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê” bûye, mexdûr ji holê rabûne û bi daxwaza jinûvedarizandina miwekîlê xwe serlêdan kirin. Parêzera Kavala, Hîlal Zengîn di 3’yê gulanê de bi daxwaza jinûvedarizandina miwekîlê xwe daxwazname da 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê.