Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin 2024-05-07 14:18:52   AMED - Li dijî kesên tê îdiakirin bi rêya têkiliyên xwe yên li Edliyeya Amedê ji bo qezenckirina pereyan biryarên beraet û tehliyeyê didan derxistin, operasyon hatibû lidarxistin. Ji 20 kesên hatin binçavkirin yek jê parêzer 9 kes hatin girtin.    Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçitî û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li dijî kesên li Edliyeya Amedê nelirêtî dikirin operasyon li dar xistin. Hat îdiakirin ku ev kes ji bo qezenckirina pereyan, bi rêya têkiliyên xwe yên li edliyeyê ji bo kesên derheqê wan de lêpirsîn hene yan jî gumanbar û bersûcên tên darizandin, biryarên tehliye û beraetê didan derxistin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 4 jê parêzer bi giştî 20 kes ji ber sûcên “Ji bo sûc bikin rêxistin ava kirine”, “Şêlandina biwesf”, “Peywir xerab bi kar anîne” û “Gefxwarin û birîndarkirina biqesdî” hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçakirin 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin ragirtin û îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgeriya Cezayên Sulhê ji ber sûcên “Ji bo sûc bikin rêxistin ava kirine”, “Şêlandina biwesf”, “Peywir xerab bi kar anîne” û “Gefxwarin û birîndarkirina biqesdî” cezayê hefsê da yek jê parêzer bi giştî 9 kesan. Ji kesên hatine binçavkirin 6 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 5 kes jî bêyî tevdîra kontrola edlî hatin berdan.