Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin 2024-05-07 14:57:37   AMED - Rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us tevî 7 binçavkiriyên din sewqî edliyeyê hatin kirin.    Duh di danê sibehê de li Amedê bi ser malan de hatibû girtin û rojnameger Derya Us û Nûrcan Yalçin jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Karûbarê îfadegirtinê yê li Midûriyeta Emniyetê temam bû.    Rojnameger Us û Yalçin ku li emniyetê mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anîn tevî 7 binçavkiriyên din sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Muxalefeta lidijî qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.    Di çarçoveya heman dosyayê de Dîlan Polat Dîrîn a pitika wê ya 11 mehî hebû jî hatibû binçavkirin. Dîrîn, duh bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.