Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin! 2024-05-07 15:15:53   STENBOL - Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê heta niha bi îdiaya “sedema ewlehiyê” di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê de di 23’yê nîsanê di serdegirtinên malan de hatibû binavkirin. Di 26’ê nîsanê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Dal, ji 26’ê nîsanê heta niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    Parêzeran dan zanîn ku Dal xwestiye derbasî qawîşa girtiyan bibe lê ev daxwaza wê bi îdiaya “sedemên ewlehiyê” hatiye astengkirin.