Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin 2024-05-07 15:28:09     RIHA - Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat bertek nîşanî 35 girtiyên siyasî yên di nava 45 rojan de hatine sirgunkirin da û wiha got: “Em qebûl nakin ku mafên herî sereke yên girtiyên siyasî jî tên binpêkirin.”    Di nava 45 rojên dawî de li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa T a Rihayê 35 girtiyên siyasî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Her wiha tehliyeya gelek girtiyan jî tê astengkirin. Şaxa Komeleya ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê têkildarî mijarê li avahiya şaxê daxuyanî da. Endamên OHD’ê tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxê Meral Halat ve hate xwendin. Halat, da zanîn ku wan li ser serlêdanan û agahiyên ji malbatên girtiyan agahî berhev kirine. Halat, diyar kir ku di nava du mehan de ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê herî kêm 31 girtî, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê jî herî kêm 6 girtî li girtîgehên derveyî bajar hatine sewqkirin. Halat, wiha domand: “Darizandina girtiyan didome, sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan hatine kirin û binpêkirinên cidî hatine kirin. Binpêkirina maf û miameleya xerab ne tenê bi rêya tundiyê dibe, sewqên weke sirgunê hevdîtinên parêzer û malbatan zehmet dike û hem miameleya xerab hem jî binpêkirina maf e.”    Halat, destnîşan kir ku di Qanûna Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê de ji bo girtiyan xala “divê li gorî devera lê dimînin bên veguhestin” û wiha pê de çû: “Lê girtîgehan ev hukm hatiye paşguhkirin û weke ku sirgun bikin, girtî şandine cihên dûr. Tu bingeheke hiqûqî ya van sirgunan nîne. Ev sirgunên dawî, bi zanebûn û di çarçoveya polîtîkayekê de tên kirin. Di dema sewqkirinan de girtî rastî binpêkirinên mafan tên. Li gorî Giştînameya Hejmar 45 a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan; sewq dikare bi mebesta perwerde, tenduristî û darizandinê bên kirin. Ji bo jiyana girtiyan hêsantir bike û rê li ber sirgûnan bê girtin, divê tavilê tevdîr bên girtin. Ji bo têkiliya di navbera girtî û malbatê de divê dewlet di nava hewldaneke taybet de be. Ji bo vê jî divê sewqî girtîgehên nêz bên kirin. Sirgun, bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî yên kurd weke miameleyek xerab û amûra cihêkariyê tê bikaranîn. Ev yek rê li ber binpêkirina jiyana taybet û mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatê vedike. Girtî, li girtîgehên tecrîda wan ji tecrîda li girtîgehên Rihayê girantir tên sewqkirin. Her wiha girtî di hucreyên yekkesî de tên tecrîdkirin.    BANG LI WEZARETÊ KIR   Halat, da zanîn ku sewqên heyî tecrîdê girantir dike û wiha bi dawî kir: “Girtî û xizmên wan tên cezakirin. Divê rêveberiyên girtîgehan tavilê dev ji van sepanên keyfî berdin. Ji ber van sirgunan, girtî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînan dibin. Ev yek ji bo pêwendiyên bitendurist, rêbazekî baş nîne. Her wiha ev rewş rê li ber binpêkirina mafê darizandina adilane vedike. Di vê rewşê de girtî dê ji mafê xwe yê parastina hiqûqî jî bêpar bimînin. Bi rêya sirgunan hemû mafên girtiyan tên ji destê wan tê girtin. Divê îktîdar tavilê dev ji van sepanên dîlgirtinê, yên girtiyan weke mirova nabîne berde. Em qebûl nakin ku mafên herî sereke yên girtiyên siyasî ji destê wan tê girtin. Banga me li Wezareta Dadê ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên avadaniyê yên li girtîgehan berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re tevdîran bigire.”