Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan 2024-05-07 15:34:16   AMED - Rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us jî di nav de 7 binçavkiriyên Amedê hatin berdan.    Duh di danê sibehê de li Amedê bi ser malan de hatibû girtin û rojnameger Derya Us û Nûrcan Yalçin jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Karûbarê îfadegirtinê yê li Midûriyeta Emniyetê temam bû û sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.    Piştî îfadeya li dozgeriyê, rojnameger Us û Yalçin jî di nav de her 7 binçavkirî bi daxwaz şertê “kontrola edlî” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Binçavkirî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Muxalefeta lidijî qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya rêxistinê” hatibûn sûcdarkirin.     Dadgeriyê her 7 binçavkirî bi şertê “kontrola edlî” berda.    Di çarçoveya heman dosyayê de Dîlan Polat Dîrîn a pitika wê ya 11 mehî hebû jî hatibû binçavkirin. Dîrîn, duh bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.