ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-08 09:00:01 * Hat hînkirin ku encamê meclisa şaredariyê Ahmet Arar ê ku Mehmet Begît gotibû 'em îstifa dikin' û navê wî jî gotibû, haya wî ji naveroka civînê tune bûye. Arar got: "Ji min re got, di warê maddî û manewî çi hewce be ez ê bikim, lê min qebûl nekir."    * Endama Yekîneya Hiqûqê ya MLS'ê Emîne Ozhasarê diyar kir ku peyvên wekî "Ocalan", "Îmralî" û "tecrîd" ên di nava nûçeyên rojnamegerên girtî Esra Solîn Dal, Erdogan Alayamût û Mehmet Aslan daxilî nava dosyeyê hatine kirin wekî sûc hatine hesibandin. Ozhasarê destnîşan kir ku biryara girtinê bi saîqên siyasî hatiye kirin.    * Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal anî ziman ku jinên penaber ên rastî nijadperestî, tacîz û zextan tên, ji ber tirsa “derxistina derveyî sînor” nikarin serî li saziyên dewletê bidin.    * Rojnamevanên kurd, destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya civakê dike. Rojnamevan Keser Bûldan wiha got: “Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin.”   * Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê da ku gotibû "Li Îmraliyê tecrîd nîn e" û got: "Hûn nikarin çavên xwe bigirin û wekî ku tecrîd tune be tevbigerin."   * Derket holê ku ji kesên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê digot bi tiryakê hatine girtin du jê polîs in.    * Baroya Şirnexê dê têkildarî pirsgirêkên li navçeya Cizîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)    * Rêxistina TOP’ê ya Îzmîrê dê têkildarî êrişa li Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez hatiye kirin li ber Girtîgeha Şakranê daxuyaniyê bide. (14.00)     * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê serdana Partiya Seadetê bikin. (16.30)