Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir 2024-05-08 09:02:56   RIHA -  Hat hînkirin ku endamê meclisa şaredariya Bêrecûkê Ahmet Arar ê ku Mehmet Begît gotibû 'em îstifa dikin' û navê wî jî gotibû, haya wî ji naveroka civînê tune bûye. Arar, got: "Ji min re got, di warê madî û manewî de çi hewce be ez ê bikim, lê min qebûl nekir."    Bertekên li dijî Mehmet Begît ê ku ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partiyê) li navçeya Bêrecûk a Rihayê hatibû hilbijartin, lê di 29'ê nîsanê de îstifa kiribû, didomin.    Derket holê ku ji endamên meclisa şaredariyê yên ku Begît ragihandibû ku îstifa kirine, Ahmet Arar îstifa nekiriye. Begît di civîna çapemeniyê de ku di 29'ê nîsanê de li avahiya şaredariyê bi saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatê re kiribû, derpêş kiribû ku "mudaxileyî alayê, posterê Ataturk û posterê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatiye kirin" û ji ber vê tevê endamên meclisê Mahmût Dîrîer, Sakip Yaşar, Reşît Çelîkhan û Ahmet Arar îstifa kiriye. Hat hînkirin ku endamê meclisa şaredariyê Ahmet Arar îstifa nekiriye û haya wî ji naveroka civîna çapemeniyê tune bûye.    Arar, tiştên qewimîn bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.    Arar diyar kir ku Begît ji wî re gotiye "Em ê civîna çapemeniyê li dar bixin, li cem me bin" û got ku di dema civîna çapemeniyê de pê hesiyaye ku civîn ji bo îstifakirinê bûye. Arar da zanîn ku îdiayên "mudaxaleya ala û posteran" ne rast in ku Begîr ew wekî delîl nîşan dabûn. Arar destnîşan kir ku sedema sereke ya îstifakirinê ew e ku destura dizî û rantê nehatiye dayîn.    Arar bilêv kir ku piştî civîna çapemeniyê Begît zor daye wî ku îstifa bike û ji wî re gotiye ger îstifa bike ew ê di warê madî û manewî alîkariya wî bike.    ‘MIN ÎSTIFA NEKIR'   Arar bilêv kir ku Begît ji wan re negotiye ku wê civîn têkildarî îstifakirinê de be û got: “Ji wan çar kesên ku Begît îdia dike ku îstifa kirine, yek jê ez im. Lê min îstifa nekiriye. Mehmet Begît qet bi min re neaxivî, rewşê ji min re negot." Arar anî ziman ku Begît piştî civîna çapemeniyê xwestiye wî qaneh bike û jê re gotiye "Di warê madî û manewî çi hewce be ez ê bikim" lê wî qebûl nekiriye. Arar got: "Lê her sê kesên din ên qebûl kirin pê re îstifa kirin. Ji me re got, ger hûn îstifa bikin ew ê di şaredariyê de eywira herî baş bide me. Min jî hewl de ew dest ji vê fikra xwe berde. Ji bo civîna çapemeniyê neyê belavkirin ez pê re axivîm û min got ez qebûl nakim. Paşê ez ji şaredariyê derketim û çûm partiya xwe. Ez bi partiya xwe re me û ez ê tu carî dest ji partiya xwe bernedim."    ‘ME NIKARIBÛ DESTÛRA RANTÊ BIDE'   Arar ku got “Mehmet Begît îradeya 22 hezar kesî diziye” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ew îstifa bike. Divê Begît demildest îstifa bike. Siyaseteke wiha nîn e. Pêwîst e Mehmet Begît ji şaredariyê îstifa bike." Arar anî ziman ku bi hezaran kes beşdarî xebatên hilbijartinê bûne û wiha got: “Di pêvajoya hilbijartinê de em bi hev re xebitîn û em bi hev re westiyan. Em gund bi gund, derî bi derî geriyan. Min jê re got ku keda van însanan pûç neke, lê min nikaribû wî qaneh bike. Îdîa kir ku mudaxileyî alayê û posterên Ataturk û Erdogan tê kirin. Ev ne rast e. Piştî 31'ê Adarê tu kesî têkildarî vê gotinek jî nekir. Dibêje 'di destê min de dîmen û qeydên dengan hene', ne rast e. Qethiyen tiştekî wiha tune ye. Ji ber ku me destûr neda ku em guherîna îmarê ya ku wî dixwest bike, îstifa kir. Ji ber ku endamên meclisê erkê nedan wî îstifa kir. Me nehişt tiştên gel bifiroşe."   MA / Emrûllah Acar