Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin 2024-05-08 09:02:59 AMED - Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê da ku gotibû "Li Îmraliyê tecrîd nîn e" û got:"Hûn nikarin çavên xwe bigirin û wekî ku tecrîd tune be tevbigerin." Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku 38 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda "mutlaq" de ne, tu agahî nayê girtin. Ji 25'ê adara 2021'ê û vir ve tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji ber vê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîdê  di 7'ê kanûna 2023'yan de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê jî îdia kir ku girtiyên li Îmraliyê "ji hemû mafên ku bi zagon û qanûnan tên dayîn bi awayekî wekhev sûdê digirin." Pişt re Wezareta Dadê jî îdia kir ku "Li îmraliyê tecrî tune ye." Lê hat hînkirin ku di 28'ê adarê de Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta "cezayê disiplînê" 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim biriye.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç bersiva wezaretê û tecrîda li Îmraliyê nirxand.    LI GIRTÎGEHAN BÊHIQÛQÎTÎ   Kamaç bi bîr xist ku wan wekî koma meclisê li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan serî li Wezareta Dadê û saziyên pêwendîdar daye û got ku serlêdanên wan bi bersivên hazir hatine bersivandin. Kamaç diyar kir ku lêkolîn li cihê cih nehatiye kirin û wha bersiva serlêdana wan hatiye dayîn û got: "Ya herî bi vê dizane Wezareta Dadê ye, lê ew jî bersivên stdandard dide. Hin xalên qanûnê tên bibîrxistin. Lê em jî bi israr dipirsin, ji lew re li girtîgehan bêhiqûqîtiyên pir giran hene û mirov ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in. Di serî de Îmralî, girtiyên hemû girtîgehan bi mehan nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin û mafên wan ên tenduristiyê û hevdîtina bi rêya telefonê tên binpêkirin. Ev rewşe li girtîgehan xwe li kuçeyên Tirkiyeyê jî daye der. Êdî mirov nikarin li derve jî mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."    RASTIYA GIRTÎGEHAN   Kamaç li ser bersiva Wezareta Dadê ya "Li Îmraliyê tecrîd tune ye" jî got: "Nexwe çima mirov meşa azadiyê li dar dixin, ççima Nobeda Edaletê didin destpêkirin, çima li ber girtîgehan daxuyaniyan didin?" Kamaç destnîşan kir ku wezareta wekî "tecrîd tune be" tevdigere û got ku 3 sal in Abdullah ocalan bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye û hevdîtina wî ya bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin."   Kamaç wiha bang li wezaretê kir: "Hûn nikarin xwe li nedîtinê deynin û tevbigerin. Girtiyên nexweş hene. Lig irtîgehan mirov dimirin. Duh li Wanê dayika Makbûle ya 83 salî bi rapora pûç a ATK'ê hat girtin."    Kamaç xwest dawî li bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bê.    Kamaç bal kişand ser rageşiya li Rojhilata Navînê û got ku kurd tune tên hesibandin û tên înkarkiri. Kamaç bilêv kir ku divê ev mesele bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got ku aktorê sereke yê vê jî Abdullah Ocalan e.    'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Kamaç bertek nîşanî qedexekirina çalakiya "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" ya ku li ber girtîgehan hatiye destpêkirin û got ku tecrîd miqabilî bêhiqûqîtî û bêedaletiyê dike.    MA / Mujdat Can