Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd 2024-05-08 09:09:06 STENBOL - Endama Yekeya Hiqûqê ya MLS'ê Emîne Ozhasarê diyar kir ku peyvên wekî "Ocalan", "Îmrali" û "tecrîd" ên di nava nûçeyên rojnamegerên girtî Esra Solîn Dal, Erdogan Alayamût û Mehmet Aslan daxilî nava dosyeyê hatine kirin wekî sûc hatine hesibandin. Ozhasarê destnîşan kir ku biryara girtinê bi saîqên siyasî hatiye kirin.  Endama Yekeya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat ku di 26'ê nîsanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistin"ê hatin girtin, nirxand.   PEYVÊN QEDEXEKIRÎ: OCALAN, ÎMRALI Û TECRÎD   Ozhasarê anî ziman ku rojnamevan ji ber nûçeyên xwe û hevdîtina bi çavkaniyên telefonê re hatine tawanbarkirin û got: "20 nûçeyên muwekîlê min Erdogan Alayûmat yên di MA'yê de wekî sûc daxilî nava dosyeyê hatine kirin. Taybetmendiya hevpar a nûçeyan ew e ku nûçe di MA'yêd e weşiyane û di nûçeyan de peyva 'Ocalan, Îmrali, tecrîd' hene. Nûçeyên ku ev her sê peyv tê de hemû wekî sûc daxilî nava dosyeyê kirine. Her wiha di dosyeya Alayûmat de qeydên telefonê jî hene. Çawa ku we îro telefonî min kir û xwest bi min re hevpeyvînê bikin, eynê wiha ye."    Ozhasarê diyar kir ku di dosyeya muwekîlê wê de hevdîtinên ji bo nûçeya têkildarî Goristana Xerzanê de ku cenaze jê hatibûn derxistin û li Kilyosê hatibûn definkirin jî hene û got: "Ji bo vê hevdîtin bi hevalekî xwe yê belgefîlman çêdike re axiviye. 5 rûpelên di dosyeyê de ji van qeydan pêk tên. Axaftin jî tenê wekî 'ez ê çawa belgefîlmê bikişînim, ji bo vê dikarim bi kê re bişêwirim' ne."    Ozhasarê destnîşan kir ku di dosyeyê xebata li MA'yê wekî sûc hatiye lansekirin û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYMA) ya der barê nûçegihanê MA'yê yê berê Cemîl Ûgûr de bibîr xist û got ku xebata li vê ajansê bi tena serê xwe nabe sûc.    BANGAWAZÎ   Ozhasarê bilêv kir ku nûçeçêkirin ne sûc e û got: "Çêkirina van nûçeyan ne sûc e. Rojnameger dikare der barê mijarên ku raya giştî eleqedar dike de nûçeyan çêbike. Tişta ku herî zêde rojnamegerên girtî motîve dike pişetavnî ye. Lewma divê em vê piştevaniyê xurt bikin. Ji lew re dibe ku sibê hemû kesên heqîqetê dibêjin bên binçavkirin. Lewma divê em di van lêpirsînên bi saîqên siyasî de piştevaniya rojnamevanan bikin."    MA/ Omer Îbrahîmoglû