Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in 2024-05-08 09:47:47   MÊRDÎN - Derket holê ku ji kesên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê digot bi tiryakê hatine girtin du jê polîs in.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya hema hema her roj parvekirinên “operasyonên tiryakê” yan jî “çeteyek hate tunekirin” dike. Yerlîkaya ku hûrgiliyên operasyonan parve dike, duh li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê ragihand ku li gelek bajaran li dijî tiryakfiroşan operasyon hatiye lidarxistin û dane parve kir. Yerlîkaya got ku li Osmaniyeyê 4 tiryakfiroşên kolanan bi 61 kîloyên madeya skunkê hatine girtin.    Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê jî ragihand ku di operasyonên navbera 29’ê nîsanê û 5’ê gulanê de 13 kes hatine girtin, 61 kîlo û 550 gramên skunkê, 256,54 gramên bonzaiyê, 62,26 gramên metamfetamînê, 47 hebên sentetîk, 19,68 gram kokaînê, 17,76 gramên tovikê kenewîra hîntê, 4,21 gram eroînê, 1,89 gramên esrarê, 1,02 gramên fubinicayê û 2 teraziyên hesas hatine desteserkirin.    HÛRGILÎ NEHATIN PARVEKIRIN    Yerlîkaya û Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê negotin bê ka kesên hatine girtin kî ne. Derket holê ku ji kesên di 5’ê gulanê de li Osmaniyeyê di dema kontrola rê de bi 19 kîlo û 950 gramên skunkê hatine girtin 2 jê polîs in. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di roja 5’ê gulanê di dema kontrola di ketina Osmaniyeyê de wesayîteke ku 2 jê polîs 4 kes tê de lêgerîn hate kirin û 19 kîlo û 950 gramên tiryakê hatin bidestxistin. Polîsên bi navên R.E. û M.K. û 2 kesên pê re hatin binçavkirin.   Hat zanîn ku polîsên bi navên Rifaî E. û Mûrat K. ku li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê weke polîsên hêza çevîkê dixebitin, hatin girtin.    Hat zanîn ku polîsên behsa xeberê madeyên tiryakê ji Mêrdînê dibin Edeneyê û li ser îxbarekê hatine girtin.    MA / Ahmet Kanbal