Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin 2024-05-08 09:48:22   RIHA - Duh bi şev li dijî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin.    Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bêrecûk a Rihayê êrişa çekdarî hate kirin. Li dijî avahiya partiyê ya li ser Cadeya Abdulkadîr Erdîl a li Taxa Meydanê bi şev saet derdora 03.30’an de êriş hate kirin. Nasnameya êrişkar an jî êrişkaran hêj nehatiye eşkerekirin û di êrişê de xesarên madî çêbûn.