Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin 2024-05-08 09:51:10   WAN - Rojnamevanên kurd, destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya civakê dike. Rojnamevan Keser Bûldan wiha got: “Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin.”   Rewşa agahînegirtina mûtleq a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin di meha 38’emîn de didome. Li ser serlêdana parêzerên Ocalan derket holê ku li girtîgehên li Îmraliyê tên ragirtin “cezayê dîsiplînê” weke hincet hatiye nîşandan û 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye birîn. Bertekên li dijî tecrîda li ser Ocalan didomin. Çalakiya girtiyan a boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome. Li ber girtîgehên Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê çalakiyên “Deng bide azadiyê” hatin destpêkirin. Rojnamevanên ji her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên tecrîdê nirxandin.    ‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYÊ GIRÊDAYÎ TECRÎDÊ NE’    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek ê li bakur rojnamevaniyê dike anî ziman ku êrişên li ser Çapemeniya Azad rast e rast bi tecrîdê ve têkildar in û destnîşan kir ku divê demildest tecrîd were rakirin. Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Tecrîda li ser Ocalan çiqas kûr dibe şer jî gurtir dibe. Dema em li rewşa welat a dema ‘pêvajoya çareseriyê’ ya di navbera salên 2013 û 2015’an de û ya niha dinêrin ferqa di navberê de bi awayekî zelal tê dîtin. Tecrîd rast e rast bi êrişên li ser çapemeniyê re têkildar e. Êrişa li dijî çapemeniyê, bi awayekî zelal dide nîşandan ku li welat faşîzmek heye. Piştî ‘pêvajoya çareseriyê’ ya di sala 2015’an de bi destê AKP’ê hate bidawîkirin, çapemenî hedef hate girtin û rastî êrişên cidî hat. Heta niha li dijî Çapemeniya Azad êrişên cidî hatin kirin. Bi ser mal û kargehên rojnamevanan de girtin. Dest danîn ser malzemeyên xebatkarên Çapemeniya Azad û ew girtin. Hêj jî gelek hevalên me girtî ne. Tecrîd, bandorê li hemû dînamîkên civakî dike. Em ji vir careke din bang dikin ku tecrîd were rakirin.”   ‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ DENG WERE DERXISTIN’    Rojnamevanê rojavayî Serkeft Hisên jî diyar kir ku yekane armanca tecrîdê ew e ku gelê kurd û têkoşîna wî were tasfiyekirin û bi bîr xist ku ji bo tecrîd were rakirin li gelek deverên cîhanê çalakî û aktîvîte tên lidarxistin. Hêsin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd, polîtîkayeke ku li dijî têkoşîna gelê kurd xistine dewrê ye. Gelê kurd, di ferqa vê polîtîkayê de ye û ji bo vê li çar aliyê cîhanê çalakiyan li dar dixe. Serlêdanên parêzer û malbata Ocalan ji aliyê rayedaran ve nayên qebûlkirin. Li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan bi sedan çalakî û aktîvîte tên kirin. Çalakiyên ku tên kirin mezin û berfireh in. Divê gelê kurd û dostên wan têkildarî tecrîdê zêdetir deng derxînin. Îro di raya giştî ya cîhanê de di hevpeyvînên rojnamevanan de mirov dibêjin ‘azadiya Ocalan azadiya me ye’. Di pêvajoya pêşiya me de dê çalakî û aktîvîteyên nû bên lidarxistin. Em bang dikin ku herksen ku paradîgmaya birêz Ocalan ji xwe re weke hêvî dibînin û xwedî lê derdikevin tev liv ê çalakiyê bibin.”   ‘DESTHILAT BI ŞER LI SER PIYAN DIMÎNE’    Keser Bûldan ê li başûr rojnamevaniyê dike diyar kir ku Ocalan 25 sal in li dijî tecrîd û îşkenceyê li girtîgeha giravê de berxwedaneke mezin dide û wiha got: “3 sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê ji aliyê dewleta tirk ve 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin agahî nayên girtin. Birêz Ocalan ê li Îmraliyê di bin şertên îşkence û tecrîdeke giran de tê ragirtin bi berxwedan û têkoşîna 25 sal in dide pergala Îmraliyê perçe kir û bû mifteya çareseriyê ya gelê kurd û gelên din. Birêz Abdullah Ocalan diyar dike ku tecrîda li Îmraliyê parçeyekî komploya navnetewî ya pergala qirkirin û îşkenceyê ye û wiha dibêje; ‘Şertên ez di nav de me ji Girtîgeha Tîpa F zortir in. Di tu rêziknameyên girtîgehan de ev xalên ku tên pêkanîn nînin. Li min mûameleyeke keyfî û mehkûmê taybet tê kirin.’ Pergala tecrîd û îşkenceyê ya li dijî Birêz Ocalan her ku diçe kûrtir dibe. Çima ev tecrîd ev qas tê kûrkirin, ji tabloya siyasal a li Tirkiyeyê derket holê jî tê fêmkirin. Sedemê esasî yê tecrîda li ser birêz Ocalan ew e ku ji gelê Kurdistan û serokatiyê were veqetandin. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bi tecrîda mûtleq a li Îmraliyê li dijî gelê kurd bi awayekî topyekûn şer îlan dike û li ser piyan disekine. Bêyî ku herkes li dijî tecrîda li Îmraliyê sekine, nikare li Tirkiyeyê behsa demokrasî, azadî, edalet û têkoşîna bi van re were kirin.”   ‘DIVÊ TECRÎD DEMILDEST WERE RAKIRIN’    Rojnamevanê rojhilatî Kakşar Oremar jî bi lêv kir ku paradîgmaya Ocalan pêşxistî ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyeke nû ye. Oremar, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke heqîqî pêk were divê tecrîd were rakirin û ev tişt gotin: “Ocalan ji zarokatiya xwe heta niha xwe bi pêş ve dibe, dibe hêviya bindestan, kesên keda wan tê xwarin û tune hesibandin. Ocalan îro ji bilî Rêberê PKK’ê bûye bîrewerekî cîhanê. Birêz Ocalan ne tenê serokê gelekê ye, dîroknasekî mezin ku dîroka veşartî maye derxistiye holê û nîşanî cîhanê daye ye. Li gel parastinên birêz Ocalan polîtîkayên qirêj ên li ser civakan jî teşhîr bûn. Ji ber vê yekê divê herkesên ji birêz Ocalan bawer dikin divê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya wî ya fizîkî têbikoşin. Divê tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Em weke rojnamevan jî tişta ji destê me were em ê bikin. Em daxwaz dikin ku rayedar tecrîdê demildest rakin.”