Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin 2024-05-08 10:01:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û di encamê de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Antalya, Eskîşehîr, Colemêrg û Stenbolê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.    LI ANTALYAYÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan di danê sibehê de li Antalyayê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Mehmet Çobaner, Mehmet Denîz û Firat Eren hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.     Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.   LI ESKÎŞEHÎRÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li Eskîşehîrê jî di danê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Îbrahîm Bînîcî, Yûsûf Çelîk, Emre Demîrtaş, Îbrahîm Altun û 4 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin.    8 kesên bi hinceta dirûşmên di Newrozê de hatine berzkirin hatin binçavkirin, li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.    LI COLEMÊRGÊ 9 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di encama serdegirtinên malan ên li Colemêrgê de Bariş Ozdînç, Serhat Engîn, Serkan Akdag, Ferhat Çetîn,  Serkan Tan, Agît Kurt, Cahît Erdal, Mazlum Kurt û Alî Sonmez hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestoyî yên li Wanê li dijî hewldana xespkirina vîna gel hatibûn lidarxistin, hatine binçavkirin.     Binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin û ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.    LI STENBOLÊ SERDEGIRTINÊN MALAN   Di encama serdegirtinên malan ên Stenbolê de jî 2 jê zarok bi giştî 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Biryara nepeniyê ji bo dosyayê hatiye dayîn û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.