Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin 2024-05-08 11:53:40   AMED - Gultekîn Ozturk ê li Amedê dema ku ji riyê derbasî aliyê din dibû, polîsê bimotor lê xistibû û jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.    Gultekîn Ozturk ê di 6’ê gulanê de li ser Bulwara Dîclekenta navçeya Peyasa Amedê derbas aliyê din ê riyê dibû, di encama lêxistina polîsê bimotor, bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Ozturk ê du rojan di serwîsa lênêrîna awarte de maye, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozturk piştî karûbarên otopsiyê teslîmî malbatê hate kirin. Ozturk îro li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê hate veşartin.    Tevî hevserok û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û gelek kes tev li cenazeyê Ozturk bûn.