Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in 2024-05-08 13:31:09 RIHA - Êrişa li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê hat protestokirin û wiha hate gotin: “Alçaxên cesaret di xwe de dîtin ku êrişî partiya me bikin hay ji dîroka têkoşîna me nîne. Em natirsin, li vir in.”    Duh bi şev li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bêrecûk a Rihayê bi çekan êriş hate kirin. Êrişa li dijî avahiya partiyê hat protestokirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê ya li ser Cadeya Abdulkadîr Erdîl a li Taxa Meydanê hat dayîn. Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, nûnerên Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi rûmeta xwe hene, bi berxwedanê mezin dibin, natirsin, li vir in” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hasan Yildiz di daxuyaniyê de wiha got: “Kekê xespkar Mehmet Begît ku xwedî zîhniyeta çetetiyê ye Halîl Begît, gule li avahiya me reşand. Alçaxên ku cisaret kirin êrişî partiya me bikin, hay ji dîroka me ya têkoşînê nîne. Me tu caran rê neda van şêwazên çetetiyê û dê nedin.”    'EM LI VIR IN, NATIRSIN’   Bi domdarî Yildiz êrişên di demên berê de li dijî partiya wan hatine kirin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Zivirin û li dîroka vê partiyê binêrin; gelek kesên mîna we avêtin sergoya dîrokê. Ew kes bi şermezarî û fihêtî tên bibîranîn. Em li vir in, gel li vir e û ji we natirsin. Zîhniyeta çetetiyê berxwedana me ya li dijî xiyanet û xespkariyê ranagire û gule li ked û têkoşîna vî gelî reşand. Weke gel dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyeta xiyanetker, xespkar û çete bidome.”    ‘HÛN DÊ NEKARIN ENCAMEKÎ BI DEST BIXIN’   Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Bekir Karekeçîlî jî ev tişt anî ziman: “Me berê jî gotibû ku di bin zîhniyeta siyaseta alê dikin de zîhniyeta çetetiyê heye. Îro derket holê. Ev bi roja ye Begît û malbata wî vê dikin. Lê duh bi şev xwe dan dest. Divê xelkê Bêrecûkê hişyar be; armanca wan ew e ku provakasyonê bikin. DEM Partî rê nade van provakasyonan. Dê bertekên me yên demokratîk bidomin. Hûn dê nekarin encamekî bi dest bixin. Mehmet Begît û malbata wî heke van provakasyonên xwe bidomînin dê gel cezayê pêwîst bide wan. Mafê tu kesekî nîne hizûra vî gelî xerab bike. Tavilê îstîfa bike.”