Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir 2024-05-08 14:59:58   ŞIRNEX - Rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê diyar kirin ku ji ber negirtina tevdîran, lehiya li Cizîrê rê li ber mexdûriyetên mezin vekiriye.    Baroya Şirnexê têkildarî karesata lehiyê ya li Cizîr a Şirnexê bi tevlibûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Cizîrê hate dayîn.    Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ve hate xwendin. Dîlsîz, diyar kir ku karesata lehiyê ya ku her sal li Cizîrê diqewime ji ber negirtina tevdîran çêdibe û wiha got: “Li navçeya me hêj şopên lehiyê yên meha adarê nehatine paqijkirin, lehiya herî dawî bandor li bi hezaran welatiyên me kir û bi sedan mal û cihên kar zirar dîtin. Hema hema her sal barîna baranê vediguhere karesatekê. Ji ber ku tevdîr nayên girtin û birîn nayên dermankirin, rê li ber mexdûrbûna bi hezaran kesan vedike.”    ‘BIRÎNA DARAN DIBE SEDEMA KARASETAN’    Di berdewamê de Dîlsîz anî ziman ku ji ber birîna daran li herêmê qadên daristanan kêm bûne û wiha domand: “Ev pirsgirêk bi sala ye tê jiyîn û ji bo çareseriyê tu gavên mayînde nehatine avêtin. Hewl didin çareseriyên demkî pêş bixin. Hûn hemû jî dizanin ku erka sereke ya rayedaran ew e ku li hemberî lehiyan tevdîran bigirin û pirsgirêkên binesaziyê çareser bikin. Zêdekirina qadên daristanê dê heta astekî rê li ber xetereya lehiyê bigire. Lê tevî têkoşîna me ya bi salan jî di salên dawî de qadên daristanî her ku diçe kêm dibin. Darên herêma me tên birîn û qadên daristanan ji bo rantê tên fedakirin. Ev jî rê li ber karesatan vedike. Bi taybetî li Şirnexê komkujiyeke xwezayê pêk hat.”    DÊ RAPORÊ AMADE BIKIN   Dîlsîz, diyar kir ku ew ê li ser pirsgirêkên navçeyê lêkolîneke berfireh bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê di demekî kin de rapora xwe amade bikin û parve bikin. Hemû pirsgirêkên ku me behs kirin bêguman divê bên lêkolînkirin û nirxandin. Li aliyê din divê rayedarên fermî yên şareza û bibandor li gel hevwelatiyên me bi awayekî komî, bê şert û merc û bê pêşdarazî kar bikin da ku di zûtirîn dem de çareserî ji van pirsgirêkan re bibînin. Di demekê nêz de em ê têkildarî van pirsgirêkan perspektîf û raporekê pêşkeşî raya giştî rayedarên berpirsyar bikin.”