ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-09 09:00:03   * Malbat û parêzerên girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam ê di mejiyê wî de ûr heye, diyar kirin ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin û roj bi roj rewşa wî xerabtir dibe."   * Girtiya siyasî Esma Ayaz a ku 25 sal in di girtîgehê de ye, ji roja hatiye girtin û vir ve di nava her berxwedana zindanan de cihê xwe girtî ye. Ayaz a niha di çalakiya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî de ye, di axaftina telefonê ya dawî ya bi malbata xwe re de wiha got: “Hûn jî li ber xwe bidin.”   * Rojnamevan Esra Solîn Dal ku piştî hat girtin 14 rojan di hucreyeke yekkesî de tê tecrîdkirin, diyar kir ku rojnamevanî tê îllegalîzekirin.    * Hevseroka MED TÛHAD-FED'ê Eylem Bîrtaneyê diyar kir ku heya pêkanînên antîdemokratîk û dermirovaî bi dawî nebin wê çalakiyên wan bidomin û banga xwedîderketina li çalakiyên 'bibe dengê azadiyê' kir.    * Danişîna 4’emîn a doza ku 20 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.    * Derket holê ku Ziya Turk ê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û rêveberiya nû bi nûçeyên “Divê qeyûm bê tayînkirin” û “Ev kes endamê rêxistinê” hedef digire, di serdema qeyûm de tenê ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye.    * Êrişa li dijî avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê dê li gelek bajaran bê şermezar kirin. (13.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00-17.00)    * Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Amedê dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn. (17.00) ZINDΠ   * Li Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê merasîma xelatî ya Azadiya Fikir û Raman a Ayşenûr Zarakolû bê lidarxistin. (18.30)