Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir 2024-05-09 09:01:35   SÊRT - Malbat û parêzerên girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam ê di mejiyê wî de ûr heye, diyar kirin ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin û roj bi roj rewşa wî xerabtir dibe.   Rewşa Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, her roja ku diçe giran dibe. Serokê Partiya Aştiyê û Demokrasiyê (BDP) yê Sêrtê yê berê Çam ê bi îdiaya “Di nav Meclisa Bajêr a KCK’ê de ye” di 12’ê kanûna 2012’an de hatibû girtin piştî 10 mehan hate berdan. Çam ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihate darizandin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Giran a Sêrtê ve 9 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî ku cezayê hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin di 14’ê adara 2022’yan de dîsa hate girtin. Çam ê 17 rojan li Girtîgeha Tîma M a Êlihê di hucreya yek kesî de hate ragirtin, di 1’ê nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin.    Di sala 2014’an de li aliyê rastê yê mejiyê Çam, lekeyek hate tespîtkirin. Çam ê li ser gurcikên wî kîst heye û kîsikê wî yê ziran bi emeliyatê hate wergirtin, her ku diçe guhên wî jî kêm dibihîzin. Çam ê piştî kete girtîgehê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûn, neçare ku heta mirinê dermanên ku xwînê şileyî dikin û janê û birînê bikarbînin.    Naîme Çam a herî dawî hevjînê xwe di meha nîsanê de dît, diyar kir ku ji ber nexweşiyên xwe pirsgirêka bihîstînê dijî û cîhazê bihîstînê jî pirsgirêkê çareser nake. Çam, îşaret kir ku hevjînê wê ji ber nexweşiyên wê hatiye asta ku muhtacî hevalên xwe yên qawişê bibe û bi lêv kir ku cilên wî jî ji aliyê hevalên wî ve tên şûştin û ew bi xwe nikare karekê bike. Çam, diyar kir ku ji ber nexweşiyê dest û lingên hevjîna wî ditevizin û da zanîn ku di rê ve çûyînê de zehmetiyê dikişîne, ne li ser hişê xwe ye û ji ber nexweşiyên xwe divê were berdan.    Keça Çam, Şîmel Çam jî anî ziman ku pirsgirêka bihîstînê hatiye asteke cidî, tevî cîhazî jî nabihîse û ev jî dibe sedem ku bi awayekî psîkolojîk zehmetiyê bikişîne. Çam, diyar kir ku bavê wê yê 72 salî ji ber temenî jî zehmetiyê dikişîne û da zanîn ku ji ber nexweşiyên xwe yên gurcikan 2 caran emeliyat bûye, ji ber dema diçe nexweşxaneyê pêkanînên weke lêgerîna nava dev ên li dijî rûmeta mirovahiyê lê tên ferzkirin, gelek caran tedawiya wî hatiye astengkirin.    NEXWEŞÎ LI GIRTÎGEHÊ ZÊDE BÛN    Çam, ragihand ku berî bavê wê bikeve girtîgehê ji kîsikê xwe yê zirav emeliyat bûye û di mejiyê wî de ûr heye û diyar kir ku nexweşiyên wî yên weke di destê çepê de tevizîn, nebihîstin, veguherîna çavên wî yên miyop a astîgmatê di girtîgehê de derketin holê. Çam, bi lêv kir ku bavê wê di rewşeke ku nikare li xwe binêrê ye û xwest ku şertên girtiyên ku nikarin li xwe binêrin bên başkirin.    BIJÎJKÎ DI DERÎ DE MÛAYENE KIR    Parêzerê Çam, Mehmet Sabir Taş ê di heman demê de endamê Şaxa ÎHD’a Sêrtê ye, ragihand ku di 7’ê gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiriye û wî pirsgirêkên xwe vegotine. Taş, bi lêv kir ku Çam jê re parvekiriye ku 10 roj in pirsgirêka prostatê dijî, ji ber vê yekê bi şevan 10-15 caran neçar dimîne biçe tuwaletê û ev tişt gotine: “Ez çûm bijîjkî, bijîjk di derî de li min nêrî, hebek nivîsand û şand. Pirsgirêkên min ên gurçikan berdewam dikin. Ji bo ûr a di mejiyê min de derman jî feyde nakin, êşa min derbas nabe. Aliyê min ê çepê ditevize. Nikarim bimeşim. Tenê derdikevim ber tave. Ew jî ji ber êşa serî nikarim zêde li ber tavê bisekinim.”   Taş, diyar kir ku nexweşiyên Çam nexweşiyên ku xwe dubare dikin in û bi taybetî jî bi şev wî aciz dikin. Taş, destnîşan kir ku muwekîlê wî nikare bimeşe û divê were berdan.    Parêzerê Çam, ji ber nexweşiyên muwekîlên xwe bi daxwaza taloqkirina înfaza wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye, lê heta niha tu bersiv nehatine dayîn.