Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin 2024-05-09 09:03:20   ŞIRNEX- Girtiya siyasî Esma Ayaz a ku 25 sal in di girtîgehê de ye, ji roja hatiye girtin û vir ve di nava her berxwedana zindanan de cihê xwe girtî ye. Ayaz a niha di çalakiya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî de ye, di axaftina telefonê ya dawî ya bi malbata xwe re de wiha got: “Hûn jî li ber xwe bidin.”   Di encama polîtîkayên şer ên dewletê û israra di polîtîkayên ewlekariya taybet ên li Tirkiye û Kurdistanê de, bi dehan siyasetmedarên kurd û ciwanên kurd hatin binçavkirin û girtin. Ji dîrokê heta niha girtîgeh ji bo gelê kurd bûne qadên berxwedanê û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşînên mezin hatine dayîn û di oxira vê de bedelên giran jî hatine dayin. Girtîgeh di her serdemê de ji dayîna têkoşînê re pêşengtiyê dikin. Girtiyên ku bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27’ê mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger çalakî dabûn destpêkirin, ragihandin ku di roja 163’yan (4’ê nîsanê) de çalakiya wan derbasî qonaxeke nû bûye û çalakiya wan bi boykotkirina hevdîtinên bi malbatan re, axaftina bi telefonê re û çûyîna dadgehê didome.   Esma Ayaz (46) a ku di sala 1999’an de li Sêrtê hate binçavkirin û girtin bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê lê hate birîn. Ayaz a 25 sal in girtî ye bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd di çalakiyê de ye. Malbata Ayazê ji 4’ê Nîsanê ve ji keça xwe agahiyê nagirtin. Dayik Emîne Ayaz ji ber nexweşiyên xwe 7 sal in nikare keça xwe bibîne. Bav Ferhat Ayaz jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê 15 sal in nikare biçe hevdîtinê.    EV 25 SALIN DI NAV ÇAR DIWARAN DE DI NAVA BERXWEDANÊ DE YE   Dayika Ayazê Emîne Ayaz, diyar kir ku keça wê bi salane ku di girtîgehê ji bo çareseriyeke mayinde li ber xwe dide û wiha axivî: “Ev du meh in em ti agahî ji wan nagirin. Rihek di destê wan de maye ew jî li ber xwe didin. Ev 4 car in ku dikevin greva birçîbûnê. Lê belê kesek dengê wan nabihîze. Divê ku êdî ev dewlete li ser bisekine, dinya li ser vê mijarê bisekine. Em dixwazin ku aşitiyek çêbibe. Heta kengî dê wisa be? Em jî doza zarokên xwe dikin. Daxwaza wan ew e ku agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin û ev tecrîde bi dawî bibe. Kesek ti agahiyê ji Ocalan nastîne. Divê ku êdî gel xwe bêdeng neke û divê ku herkes bibêje, 'êdî bes e' kesek girîngiyê nade van çalakiyan. Daxwazên wan daxwazên me ne. Em heta dawiyê li pey doza wan in û piştevaniyê didin wan. Heta ku ji me bê em pey dewsa zarokên xwe ne. Ev ne çalakiyeke hêsan e. Ev 7 sal in min keça xwe neditiye. Keça min di her çalakiyan de jî cihê xwe digire û emrê xwe di girtîgehê de derbas kir. Bavê wê nexweş e û nikarim biçim hevdîtinên wê. Riya me dûr e. Niha jî di çi rewşê de be nizanim. Tişta ku ji keça min tê li ber xwe dide. Herî dawî dema ku ez pê re axivim ji me re got, 'hûn jî li ber xwe bidin'. Ev 2 meh in jî ti agahiya min jê nine û dengê wan nîne. Çavê me li agahiyeke ku ji girtîgehan bê ye.”    'DIVÊ KU EV DAXWAZ BÊN BIHÎSTIN'   Bavê wê Ferhan Ayaz ê ku nexweşe qurçîkane û ev 15 sale di nav cihan de ye jî da zanîn ku wî 15 sal in keça xwe neditiye û got ku çalakiya ku girtiyan daye destpêkirin daxwaza her kesê ku dibêje ez mirov im e û wiha got: “Dema ku keça min li Girtîgeha Bayburtê dihat ragirtin, ez tenê carekî çûme serdana wê. Roja ku nexweş bûme heta niha neçûme hevdîtina wê. Qasî ku ez dizanim hatiye girtin heta niha ji bo çareseriyê û aşitiyeke mayinde di nav çalakiyan de ye. Ev çalakiya ku îsal daye destpêkirin jî ne çalakiyeke ji rêzê ye. Weke herkesekî mafê birêz Ocalan jî heye ku weke mirovan bijî û mafê xwe yê hevdîtinê yê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne. Ev 15 sal in ez nexweş im û di nav cihan de me. Rê dûr e û êdî min nekarî biçim keça xwe bibînim. Girtiyên siyasî nêçarin ku li ber xwe bidin. Divê ku cîhan tev li ser mafê wan bisekine û bibêje, 'ev tişta ku tê kirin zilme' divê ku vê zilmê bibînin. Heke ku zarokên me neheqî li kesekî bikirana, zilm bikirana bila di bin vê tecrîdê de bûna, lê dibêjin, 'serokê me serokê gelê kurd e û netewî ye' ji ber wê weke malbat em jî dibêjin ku divê daxwazên wan pêk bînin û ev daxwaz bên bihîstin.”