‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike 2024-05-09 09:29:45 WAN - Derket holê ku Ziya Turk ê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û rêveberiya nû bi nûçeyên “Divê qeyûm bê tayînkirin” û “Ev kes endamê rêxistinê ye” hedef digire, di serdema qeyûm de tenê ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de hemû şaredariyên Wanê bi dest xist. Piştî vê serkeftinê, malperên herêmî yên ku qeyûm ji qasayên şaredariyê bi milyonan lîre ji wan re xerc kiriye dest bi kampanyaya reşkirinê kirin. Malperên behsa xeberê û komên nêzî AKP-MHP’ê ku “nûçeyên” malperên behsa xeberê li ser medyaya dijîtal parve dikin, gelek caran banga “tayînkirina qeyûman” dikin. Di heman demê de hevşaredarên DEM Partiyê, rêxistinên civaka sivîl ên hatin serdana şaredariyan, midûrên hatin peywirdarkirin û serokên daîreyan jî di hedefa van malper û koman de ne. Di van parvekirin û “nûçeyan” de heqaretên giran li hevşaredar û xebatkarên şaredariyê tên kirin.    AKTORÊN 2019'AN LI SER KAR IN!   Ziya Turk ê ku îdia dike ku li bajar rojnamegeriyê dike, yek ji van kesan e. Turk, li ser malpera înternetê ya Van Postasiyê gelek caran hevşaredaran hedef digire û îdiayên giran dike. Turk û malpera wî ya înternetê, piştî hilbijartinên sala 2019’an jî bi heman rewşê bûbûn rojev. Îdiayên Turk ên bêbingeh, gelek caran di îdianameyên hevşaredaran de weke “îxbar” derbas bûn û weke hinceta tayînkirina qeyûman hatibûn nîşandan.    BI ÎDIAYÊN BÊBINGEH LI EMNIYETÊ ‘GILÎ’ KIR    Turk, piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an; Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag kiriye hedef. Demekî kin piştî 31’ê Adarê, li ser malpera wî gelek nivîs û “nûçeyên” bi sernavên “Şaredariya Wanê vediguherînin navenda terorê”, “Xizmên terorîstan digirin şaredariyê” û “Divê qeyûm li şaredariyan bên tayînkirin” hatin weşandin. Balkêş e ku dema ev “nûçe” û nivîs dihatin parvekirin jî kesên AKP’î, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Midûriyeta Emniyetê ya Bajar dihatin etîketkirin.    KESÊN BI BIRYARA DADGEHÊ VEGERIYAN KAR HEDEF NÎŞAN DA    Her wiha Turk sicîlên serokên daîreyan û midûran jî yek bi yek parve kir û bi “nûçe” û nivîsên bi sernavên weke “Ev kes kesê îxrackirî ye”, “Ev kes endamê terorê ye” û “Divê rewşa vî kesî bê lêkolînkirin” hedef girt. Kesên bi KHK’ê hatin îxrackirin û piştre bi biryara dadgehê vegeriyan karên xwe jî bi heman awayî li ser malpera Turk hedef tên girtin.    PIŞTÎ PEREYÊ WÎ HATE BIRÎN DEST BI BANA ‘QEYÛM’ KIR    Derket holê ku di serdema qeyûman de Turk ji qasaya şaredariyê pereyekê zêde qezenc kiriye û sedema bangawaziyên wî yên ji bo “tayînkirina qeyûman” jî birîna pereyê wî ye. Hat zanîn ku di serdema qeyûman de Turk ji gelek şaredariyan bi milyonan lîre qezenc kiriye. Li gorî agahiyên li ber dest, Turk, bi rêya qenala youtubeyê ya "Van Gölü TV" şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin kiriye abone û ji reklaman heta qadên din gelek kar bi dest xistiye.    BI BAJARÊ MEZIN RE PEYMANA BI 2 MILYON Û 114 HEZAR TL ÎMZE KIRIYE    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Turk li ser şîrketa bi navê Uyanış Medyayê ji bo qenala xwe ya youtubeyê ya "Vangölü TV" peyman bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re îmze kir. Di vê çarçoveyê de Turk ji bo sala 20022’yan 354 hezar TL û KDV; ji bo 6 mehên ewil ên sala 2023’yan 354 hezar TL û KDV; ji bo 6 mehên dawî yên sala 2023’yan jî 354 hezar TL û KDV peyman mohr kiriye.    Turk, di sala 2024’an de jî ji 1’ê çileyê heta 31’ê adarê ji bo 3 mehan Turk peymaneke abonetiyê ya bi bihayê 135 hezar TL’an îmze kir. Dahata Turk a şaredariyê tenê bi vê jî bisînor nema. Di navbera salên 2020-2021’ê de nêzî 300 hezar TL ji reklaman; di navbera sala 2020-2024’an de jî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi giştî milyonek û 796 hezar TL pereyê abonetiyê stand.    Di heman demê de Turk ji bo sala 2022’yan bi Îdareiya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) 265 hezar TL’an peyman mohr kir. Li gel vê, di rojê cejn û pîrozbahiyan de jî bi dehhezaran lîre ji reklaman qezenc kir. Bi vê yekê re pereyê weke heqê abonetiyê ji Şaredariya Bajarê Mezin wergirtî 2 milyon û 114 hezar TL derbas kir.    JI AJANSA RE 50 HEZAR JI TURK RE 708 HEZAR    Pereyê ku şaredariyê ji bo tevahiya rojname û ajansan xerc kirî, nîviya pereyê ji Turk re hatiye razandin jî nekir. Rêveberiya qeyûm a Bajarê Mezin, di sala 2023’yan de ji bo 12 mehan ji Ajansa Anadoluyê, Ajansa Nûçeyan a Îhlasê û Ajansa Demîrorenê re di navbera 30 û 70 hezar TL pere da.    Lê belê ji bo şîrketa Medyaya Uyaniş a Turk û abonetiya Vangolu TV ku 3 hezar şopînerên wê hene bi giştî 708 hezar TL hatin dayîn.    3 ŞAREDARÎ JÎ JI TURK RE XEBITÎ NE   Turk tenê pereyê abonetiyan ji Bajarê Mezin wernegirtiye. Di heman demê ji Şaredariya Rêya Armûşê zêdetirî 300 hezar TL; ji ya Artemêtanê 150 hezar TL û ji ya Tûşbayê jî zêdetirî 150 hezar TL pere qezenc kiriye. 36 hezar TL’ên ji Rêya Armûşê hatine hilgirtin, ji peymana demekî kin beriya hilbijartinê ne.    REKLAM JÎ JI TURK RE BÛN   Her wiha derket holê ku Turk ji xemilandina wesayîtan heta reklam, rojên taybet û îlanan, ji şaredariyên navçeyan jî bi sedhezaran TL pere qezenc kiriye. Belgeyên wê derketin holê. Ji bo Elîf Reklamcilik ku karûbarê reklam û çapê dike re abonetiya şaredariyan a ajansê çêkiriye, li ser Elîf Reklamcilik a malpera wê neçalak û melpera wê ya nûçeyan tune ye zêdetirî milyonek û 300 hezar TL pere qezenc kiriye. Derket holê ku Elîf Reklamcilikê bi vê rêyê ji şaredariyên navçeyan jî bi sedhezaran TL pere qezenc kiriye. Hat zanîn ku Turk bi rêya reklam û abonetiyan di nava 3 salan de ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye.    DÊ ŞAREDARÎ GILIYÊ TURK BIKIN   Hat zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin û yên 3 navçeyan dê bi sedema “Qezencekî neheq bi dest xistiye” û “Hedefgirtina şexsan” giliyê Turk bikin. Di heman demê de tevahiya peymanên Turk îmze kirin jî dê weke belge û delîl pêşkeşî dadgehê bên kirin.