Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin 2024-05-09 10:09:30   RIHA - Duh bi şev cara duyemîn êrişî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûkê hate kirin.    Li navçeya Bêrecûk a Rihayê piştî ku duh êrişa çekdarî li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate kirin bi şev cara duyemîn êrişî avahiyê hate kirin. Kes an kesên ku cîsmekî hişk li cama avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Abdûlkadîr Erdil a li Taxa Meydanê dan, zirara madî dan avahiyê.    Nasnameya êrişkaran hêj nehatiye diyarkirin. Kekê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kir, Halîl Begît ê têkildarî êrişa duh hate kirin hatibû binçavkirin hêj jî di bin çavan de ye.