Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê 2024-05-09 10:17:28   AMED - Li Amedê ji xwendekarekî lîseyê re ji ber gotina xwe ya “Dîktator Erdogan” bi hinceta “Heqareta aşkere ya Serokkomar”  7 meh û 23 roj cezayê hevsê lê hate birîn.    Rojnameger Orhan Şahîn û Başak Gunsever, Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Çorûmê Ertûgrûl Alper, Canan Kaftancioglû ya CHP’î, xwendekarên Zanîngeha Anatoliyayê ya Eskîşehîrê Ûgûrcan Taş, Dogûş Yavûz, Yûsûf Samî Ozten û Çagla Safyurek ji gotina “dîktator” a Erdogan beraet kirin. Lê belê xwendekarekî lîseyê yê li Amedê ji ber heman gotinê ceza girt. Tevî ku Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind gotina “Heke li welatekî serokkomarek weke diz, kujer an jî weke dîktator were bîranîn ew serokkomar ne serokê komarê ye” weke sûcê heqaretê qebûl nekir. Lê belê tevî vê biryara bûye mînak, li xwendekarê lîseyê Yûsûf S. ê 17 salî re ji ber gotina “dîktator” ceza hate birîn.    DI DANIŞÎNA EWIL DE CEZA DAN   Yûsûf S. di 8’ê kanûna 2022’yan de bi ser hesaba xweya medya dîjîtal peyama “Piştî ku me dîktator Erdogan û alîgirên wî şandin, em ê Selahattîn Demîrtaş ê herî zêde ji vî welatî tê, bînin serî. Dema ku me baronê hişbirê Suleyman Soylû jî şand tu pirsgirêk namînin” parve kiribû. Ji ber peyama hatiye parvekirin derbarê Yûsûf S. de bi hinceta “Heqareta li Serokkomar” lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 22’yê çileya 2024’an de îdianame qebûl kir. 2’yemîn Dadgeha Zarokan a Amadê jî bi lezgînî pêvajoya darizandinê da meşandin û di danişîna ewil de biryar da.    Di danişîna ewil de Yûsûf S. bi parêzerê xwe Yakûp Demîr re tev li danişînê bû. Yûsûf S. di parastina xwe de wiha got: “Ez îfadeya xwe ya di dema lêpirsînê hatiye girtin dubare dikim. Ez platforma dîjîtal a Twîtterê bi kar naînim, hesaba min tune. Hesaba bi navê  @yusufssl20 ne ya min e. Parvekirinên di îdianameyê de hatine gotin min nekirin. Ez sûcdariyên hatine kirin qebûl nakim.  Ez ewilê beraeta xwe dixwazim, heke dadgeh derveyî vê yekê be ez dixwazim qanûnên alîgiriya min dikin bila werin sepandin.”     TEVÎ BIRYARA AYM’Ê CEZA HATE DAYÎN   Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara hajmar E.2018/19 û K. 2020/10 rayeya çavdêriya ser medya dijîtal a polîsan betal kiribû. Parêzerê Yûsûf S. Yakûp Demîr jî têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Delîlên ji bo sûcdariyê tên nîşandan, ji hêla polîs û leşkeran ve bi çavdêriya ser medya dîjîtal hatine bidestxistin. Muwekîlê min di parastina xwe de jî anî ziman, hesaba wî ya medya dîjîtal tune. Herçiqas ji ber wêneyê muwekîlê min di parvekirinê de heye sûcdarî hatibe kirin jî, kesekî din jî dikare bi wêneyê muwekîlê min hesabê veke û wêneyên muwekîlê min parve bike.”    Demir anî ziman ku gotina “dîktator” sûcê heqaretê nahewîne, divê di çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de were nirxandin û beraeta muwekîlê xwe xwest.    7 MEH 24 ROJ CEZAYÊ HEFSÊ   Dadgehê derbarê Yûsûf S. de salekê cezayê hefsê da û piştre ceza daxist 7 meh, 23 rojan.