Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye 2024-05-09 10:42:12   ENQERE - Karsazê girtî Osman Kavala wiha got: “Jinûvelidarxistina dozên ku mirovên bêsûc ji ber wan bi salan di girtîgehê de mane, rêzgirtineke li hemberî mafên mirovan e.”    Yek ji rojnamegerên nêzî hikûmetê Abdulkadîr Selvî ev demeke “Jinûvedarizandina” karsaz Osmana Kavala ku ji Doza Geziyê cezayê muebbeta giran lê hatiye xwarin dike rojev. Kavala, têkildarî mijarê peyamek şand.    Di parvekirina ser hesaba X’ê ya “Kavala'ya Özgürlük”ê de wiha hate gotin: “Jinûvelidarxistina dozên ku tu delîlên wê yên binpêkirina mafan tê de tune, biryara girtinê hatiye dayîn û bûne sedem ku kesên bêsûc bi salan di girtîgehê de bimînin, yek ji rêgezên sereke ya hiqûqê û rêzgirtina ji bo mafên mirovan e. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME’yê, ne tenê têkildarî serlêderan, di heman demê de yekser girêdayî daxwaza edaletê ya her welatiyekî ye. Edalet ji bo her kesî derbasdar e û jiyan û mafên her welatiyekî bi awayekî wekhev binirx in.”