Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin 2024-05-09 10:51:26   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan qedexe kir.    Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li çiyayên Cûdî û Gabarê ku di nava sînorên navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Basa û Silopiyayê de dimîne ji bo 15 rojan weke "Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî" hatine îlankirin. Ketina Cûdî û Gabarê ji şeniyên herême re hatin qedexekirin.   Walîtiyê ragihand ku dê qedexe heta 24’ê gulanê bidome.